Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê 2023-01-08 20:37:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyet Tehrîr El Şam, hêzeke mezin a leşkerî şand Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter de ye.    Hêzên paramîlîter ên bi navê Heyet Tehrîr El Şam (Cephet El-Nûsra), hêzeke mezin a leşkerî şand navçeya Cindirês a Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter de ye. Li gorî nûçeya ANHA’yê hate diyarkirin ku Heyet Tehrîr El Şamê hêzeke leşkerî yên mezin ku ji tank û tankerên leşkeran, panzer, doçkayên giran û motosîklêtan pêk tê ber bi nuqteyên xwe yên li navçe û derdora wê ve şandin.