259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin 2023-01-09 09:02:00   STENBOL - Ji cenazeyên li Goristana Kîlyosê di bin peyarê de hatine veşartin jê 259 hêj radestî malbatan nehatine kirin. Lezgîn Bîngol ku di sala 2018’an de cenazeyê keça xwe Dîlan Bîngol wergirt, ji malbatên ku aqûbeta cenazeyê xwe nizanin, xwest ku serî li dadgehê bidin.   Di 8-17'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê bi makîneyên karî hatibû xerakirin û nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê jê hatibûn derxistin. Dewletê bêyî ku haya malbatan jê çêbibe cenaze biribûn cihekî nediyar. Di 2'yê çileya 2018'an de Walîtiya Bedlîsê daxuyandibû ku cenaze li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ne. Cenaze demekê li ATK'ê hatibûn sekinandin. Paşê hatibû hînkirin ku cenaze di hundirê qutiyên plastîk de li Goristan Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin. Heya niha tenê 23 cenaze radestî malbatan hatine kirin.   23 CENAZE HATIN TESLÎMKIRIN   Veşartina cenazeyan a di bin peyarê de di rayagiştî de bû sedemê bertekan û malbat jî ji bo cenazeyên xwe wergirtin ketin nava liv û tevgerê. Di pêvajoya 5 salan de tenê 23 cenaze radestî malbatên di serî de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li gelek rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên dewletê dan, hatin kirin. Têkoşîn û bendemayîna bi israr a malbatên din berdewam dike.    ‘WIJDANEKE ÇAWA YE’   Gulbahar Erkiliç a ku kurê wê Azîz Erkiliç (Xeyrî Tatvan) di sala 2018'an de li Wanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li gel ku cenazeyê wê li Kilyosê nîne jî yek ji wan kesan e ku pêvajoyê ji ber piştevaniya bi malbatan re dişopîne. Erkiliç nerazîbûn nîşanî pêkanînên dewletê yên li dijî cenazeyan da û got: “Heta ku ev êşên li malbatan didin jiyîn bidomin, wê guneha wan di stuyê wan de bimîne. Nayê qebûlkirin ku cenaze di bin peyarêyan de bên veşartin. Çi wijdanê wan heye ku ji nedîtî ve tên ku malbat her tim ji bo wergirtina cenazeyan tên û diçin.” Erkiliç bi lêv kir ku divê heta malbat cenazeyên xwe wernegirin nesekinin û destnîşan kir ku ne tenê malbat, divê hemû gelê kurd û parêzvanên mafên mirovan pêvajoyê bişopînin. Erkiliç, diyar kir ku gelê kurd tevî hemû êşên dijî jî serî natewîne.    SERLÊDANAN ENCAM GIRT   Bavê endama YPJ’ê Dîlan Bîngol (Berîtan Jîn) ku li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer kir û piştî di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest da li Goristana Xerzanê hate veşartin, Lezgîn Bîngol piştî ku bûyer derket holê di encama hewldanan de karî cenazeyê keça xwe di sala 2018’an de wergire. Bav Bîngol diyar kir ku hemû pêvajoya ku bi derxistina cenazeyên ji goristanê dest pê kir, bi hiqûqê nayê vegotin. Bîngol ê anî ziman ku ew nizane wê dewlet bi feraseteke hiqûqî bersiveke çawa bide xwediyên cenazeyan, anî ziman ku her çend wan bi delîlan serî li dadgehê dane jî hemû serlêdanên wan hatine redkirin û wiha got: “Ji ber ku em li ser mijarê disekinîn û me mijar dişopand, neçar man di sibata 2018’an de cenazeyê me radestî me bikin.”   BANG LI MALBATAN KIR    Bîngol, bang li hemû malbatên ku aqûbeta cenazeyên xwe nizanin kir ku serî li dadgehê bidin û xwedî li cenazeyên xwe derkevin û destnîşan kir ku divê malbatên xwedî cenaze ji bo serlêdanan demildest bikevin nava liv û tevgerê.