'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan' 2023-01-09 09:02:12 AMED - Rojnamegerên ku li qadan tevî zext, zor, binçavkirin û girtinên desthilatê jî kar û xebatên xwe dimeşînin destnîşan kirin ku gelek rojnameger 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin di girtîgehan de pêşwazî dikin û anîn ziman ku ji bo roja rojnamegeran bê pîrozkirin divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan.   Ji sala 1962’yan ve 10 Çileyê li Tirkiyeyê weke Roja Rojnamegerên ku Dixebitin tê pîrozkirin. Ji bo desthilat û pergalê her çi qas ev roj weke pîrozbahiya rojnamegeran tê dîtin jî rojnameger bi salan in di nav zext, tundî û astengiyan de kar û xebatên xwe dikin. Rojnamegerên ku, bi qetilkirin, binçavkirin û girtinan re rû bi rû ne vê roje weke pîrozbahî nabînin û ji bo azadiya çapemeniyê têdikoşin. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 87 rojnameger vê rojê di girtîgehan de pêşwazî dikin û derheqê gelek rojnamegerên ku li derve kar û xebatên xwe dikin jî doz hatine vekirin. Rojnamegerên ku li qadan nûçeyan dişopînin jî bi zext, tundî û astengiyên polîsan re rû bi rû dimînin. Herî dawî jî desthilata AKP’ê û MHP’ê ‘Qanûna Sansûrê’ di Meclise re derbas kir û bi vê qanûnê dixwaze hemû çapemeniyê têxe bin kontrola xwe. Lê tevî van zext û zoran jî rojnameger li qadan ji bo rastiyê bigihînin gel têdikoşin.    Rojnamegerên ku li qadan nûçeyan dişopînin diyar kirin ku ev roj ji bo wan ne rojeke pîrozbahiyeyê, dema çapemenî azad bû û rojnameger nehatin girtin ew dê vê rojê pîroz bikin lê niha ji bo wan ev roj roja têkoşînê ye.    ‘LI QADAN ROJNAMEGER NEMANE’   Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can bi lêv kir ku ji ber zext û tundiyan her ku diçe li qadan nûçegihan kêm dibin û weke sedema vê yekê jî sepanên desthilata AKP’ê û MHP’ê nîşan dan. Can axaftina xwe wiha domand: “Berî ku em qala Roja Rojnamegeran bikin divê em rastiya rojnamegerên li vî welatî bibînin. Yanî dibêjin Roja Rojnamegerên ku Dixebitin lê li qadan her ku diçe rojnameger kêm dibin. Li Kurdistanê ji bilî rojnamegerên çapemeniya azad pir kêm rojnameger hene. Sedema vê jî desthilat zextê li çapemeniya ku ji wan re serî natewîne dike. Desthilat ji sedî 90 çapemenî xistiye bin kontrola xwe. Tevî ku li welat binpêkirin, zext û zor hene jî li qadan nûçegihan tune ne. Yên ku hene jî ji aliye desthilatê ve dibin hedef û tên girtin.”   ‘EM NIKARIN QALA ROJA ROJNAMEGERIYÊ BIKIN’   Di berdewama axaftina xwe de Can bal kişand ser rojnamegerên çapemeniya azad ku hatin girtin û wiha pê dê çû: “Di 16’ê heziranê de dema 16 hevalên me hatin girtin jî me ev yek dît, dîsa di salvegera Komara Tirkiyeyê de 9 hevalên me hatin girtin. Ev rojnameger ji ber ku rastî radigihandin gel hatin girtin. Yek ji van jî rojnameger Emrûllah Acar bû, wî dengê Emîne Şenyaşar ji gel re radigihand, her wiha hevalên me yên din jî wisa. Yanî ji ber wê ji bo em bikarin vê rojê pîroz bikin divê xwedî li rojnamegeran bê derketin lê mixabin heta rojnameger neyên girtin di xema kesî de nînin. Piştî ku tên girtin jî bi daxuyaniyan bisînor dimînin. Ji bo ew roj bê pîroz kirin divê li vî welatî edalet û azadiya ramanan pêk were heta ev yek nebe ne em dikarin qala rojnamegeriyê ne jî qala roja rojnamegeriye bikin. Li qadan rojnameger her tim rastî, zext, tundî û astengiyan tên. Dema nûçeyeke girîng çêdikin derheqê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Herî kêm 87 rojnameger îsal di girtîgehan de vê rojê pêşwazî dikin. Ji bo roja rojnamegeran bê pîroz kirin divê rojnameger serî li hemberî desthilatê netewînin, di destpêke de rojnamegerên çapemeniya azad û hemû rojnamegerên girtî bên berdan.”   ‘TEVÎ ZEXT Û ZORAN JÎ ROJNAMEGER DEV JI RASTIYÊ BERNADIN’   Nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin jî destnîşan kir ku bi salan e li dijî çapemeniya azad êrişên dewletê hene û ev tişt anîn ziman: “Di salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin. Niha jî gelek hevalên me hatin girtin û di girtîgehê de ne. Yên ku bi zilm û zorê re rû bi rû dimînin rojnameger bi xwe ne. Yên ku rastiyê dibînin û bi çavên yekemîn li bûyeran dinêrin dîsa rojnameger in. Ji ber wê di civakê de rol û mîsyona çapemeniyê gelek girîng e. Rojnameger her tim rastî zext û zoran tên lê tevî vê yekê jî dev ji nivîsandina rastiyan bernadin. Hevalên me hatin girtin lê tevî vê yekê jî dev ji rastiyê bernedan. Armanca wan ew bû ku heqîqetê bigihînin gel.”   ‘CIHÊ ROJNAMEGERAN NE NAVA ÇAR DIWARA NE’   Bi domdarî Aydin, bi lêv kir ku rojnamegerên jin li qadan her tim rastî zext, tundî û êrişên zayendperestî tên û bi awayekî azad nikarin kare xwe bikin. Aydin anî ziman ku rojnameger 10’ê Çileyê di girtîgehan de pêşwazî dikin û wiha got: “Heke rojnameger peywîra xwe ya civakî bi cih neînin rastiyê negihînin civakê ew civak jî kor dibe. Ji ber wê rojnameger çav û guhên civakê ne. Hevalên me yên rojnameger jî ji ber ku rastî derxistin holê hatin girtin. Di mehên hezîran û cotmehê de du caran li dijî rojnamegeran êriş pêk hat. Rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Di Roja Rojnamegeran de bi dehan hevalên me di nav çar diwaran de dîl hatine girtin. Em dê ji bo hevalên xwe yên girtî jî têbikoşin. Em naxwazin di vê rojê de rojnameger dîl girtî bin. Cihe rojnamegeran ne nava çar diwaran e cihê wan qad in. Divê li qadan bi awayekî azad peywîra xwe bi cih bînin.”   ‘JI BO ROJNAMEGERÊN KURD NE ROJEKE PÎROZ E’   Nûçegihana Rojnameya Xwebûnê Medya Bal jî tekildarî rojê diyar kir ku ji bo rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên ku Dixebitin ne rojeke pîroz e û ev tişt gotin: “Ewqas hevalên me hatin girtin, di nav ewqas zext û tundiyan de mirov nikare behsa pîrozbahiya vê roje bike. Desthilata heyî bi awayekî faşîzane nezî civakê dibe. Desthilat dixwaze rastiyê ji gel veşêre, qeyraneke aborî heye, li dijî kurdan şer heye desthilat jî dixwaze vê rastiye veşêre. Desthilat naxwaze ji bilî çapemeniya wan, propagandaya wan were kirin an jî nûçe û nivîs bên parvekirin. Çapemeniya azad jî ji bo civakê têdikoşê ji ber wê dibin hedefa desthilatê û tên girtin.”   ‘DIVÊ CIVAK XWEDÎ LI RASTIYA XWE DERKEVE’   Bal, anî ziman ku tevî zext û zoran ew paş ve gavê naavejin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çapemeniya azad di dîroka xwe de ji bo rastiyê bigihîne civakê têkoşiyayê. Ji ber wê jî ji aliye desthilatan ve rojnameger hatine qetilkirin û girtin. Lê tevî vê yekê jî paş ve gav neavetiye. Niha jî rojnameger tên girtin, malperên me tên qedexekirin û rastî astengiyan tên. Lê em jî weke endamên çapemeniya azad em ê li ber xwe bidin û em ê li ser rêya ku xebatkarên çapemeniya azad avakirine bimeşin. Hewceye civak jî xwedî li rastiya xwe derkeve ne ku xwedî li rojnamegeran derkeve. Civak dema hebûna xwe xwedî derkeve, çapemeniya azad jî dê bikaribe kar û xebatên xwe bi awayekî azad bimeşîne.”