Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye 2023-01-09 09:46:18   WAN - Parêzer Sedat Duşunmez ê ku dema ji cenazeyê Mîr Perwer ê li Parîsê hat qetilkirin vedigeriya ji aliyê polîsan ve li noxteya kontrolê hat derbkirin û binçavkirin, diyar kir ku Perwer di belgeyên ku dixwestin ew îmze bike de wek “endamê rêxistina terorê” hatiye fîşkirin.   Cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydın) ku di 23'yê kanûna 2022'yan de li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa çekdarî ya li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de li gel Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hatibû qetilkirin, li bajarokê Ewran yê navenda Mûşê di bin dorpêça leşkeran de hatibû definkirin. Cenazeyê ku anîbûn Balafirgeha Mûşê, li vir ji aliyê polîsên li bendê diman ve hatibû revandin. Rêyên gund hatibûn girtin û tevlibûna girseyê ya ji bo merasîma cenaze hatibû astengkirin.    Lê tevî hemû astengkirinan û êrişên leşker û polîsan girse beşdarî şînê bû. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêveberê Rêxistina Bajêr a Wanê parêzer Sedat Duşunmez dema ji cenaze vedigeriya li noxteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin. Duşunmez, tiştên roja merasîma definkirina cenaze qewimîn, ji ajansa me re nirxandin.    ‘GELEK LEŞKER ŞANDIBÛN HERÊMÊ’   Duşunmez, diyar kir ku ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Mîr Perwer ê li Parîsê hate qetilkirin bibin bi rê ketin û wiha got: “Hêj di derketina Wanê de lêpirsînên GBT’ê dest pê kirin. Di wesayîtên hatin sekinandin de sepana GBT’ê hate kirin û ev pêkanîn bi zanebûn heta 15-20 deqîqeyan hatin dirêjkirin. Di tevahiya rê de em li gelek noxteyan hatin sekinandin û di hemûyan de gelek caran GBT hate kirin. Dema em gihiştin Mûşê kontrola GBT’ê dîsa hate kirin. Min ji polîsên wê derê re bêhiqûqtiya rewşê vegot lê ji min re gotin pêkanîneke rutîn e. Ji bo ku em biçin gundê Mîr Perwer jê dayik bûyî dema em ji Mûşê derketin li rêya gund hatin rawestandin. Li wir hêzeke awarte ya leşkerî hebû. Qasî ku me dît hêzeke ewlehiyê ku bi temamî mudaxileyî girseyê bike hebû. Ji pirsên dihatin pirsîn tenê bersiva ‘biryara qedexeya walîtiyê heye’ dihat dayîn.”   ‘BÊHIQÛQTÎ DI ASTA HERÎ JOR DE BÛ’   Duşunmez, destnîşan kir ku bi biryara Walîtiya Mûşê hemû hiqûq hate rawestandin û wiha berdewam kir: “Bi rawestandina makeqanûnê re em bi pêkanînên keyfî yên ‘nikarin bikevin û derkevin’ re rû bi rû man. Ez bawer nakim ku serpele bi me re diaxivî jî ev biryar xwendi be. Di nav kesên hatine wir de hevalên Perwer û kesên ji malbata wî jî hebûn lê bi tu awayî destûr nedan ku em bikevin gund. Li ser vê yekê me çalakiya rûniştinê kir. Di vê navberê de ji nişka ve gazeke ku bandora wê zêdê bû hate avêtin. Ez ji bo binpêkirinên mafan bikim rapor çûbûm wir. Min ji gazên hatin avêtin mînakek xwest lê nedan. Bi taybetî li cihê ku kesên pîr lê bûn re bi awayekî zêde gaz avêtin. An ku mirov rast e rast hedef hatin nîşandan û gaz hate avêtin.”   ‘FÎŞEKÊN RAST BIKARANÎN’   Duşunmez, anî ziman ku pişt re gel li dijî êrişa cendermeyan li ber xwe da û wiha pê de çû: “Piştî ku gelek fîşekên gazê û plastîk bikaranîn, dest bi bikaranîna fîşekên rast kirin. Hin cureyên çekên giran hebûn ji dûr ve jî be min hewl da bişopînim lê derfet nebû. Leşkerên ku gule berdidan hebûn. Wê roja bêhiqûqtiya cendermeyan bi vê sînor nema. Pişt re tundî li mirovan kirin. Hin ji wesayîtan hatin peyakirin û qontaxa çekê hatin derbkirin. Pişt re mirovên ku derbkirin binçavkirin. Piştî ku bû êvar kesên ji bajarên cuda hatibûn vegeriyan. Wesayîta ku ez tê de bûm jî ji bo vegera Wanê bi rê ket.”   ‘LI NOXTEYA KONTROLÊ TUNDÎ’   Duşunmez, ê li noxteya kontrolê ya polîsan tundî lê hate kirin, ev tişt gotin: “Ji ber cendermeyan mudaxileyî girseyê dikir, gelek polîs şandibûn noxteyên kontrolan. Ji her yekeye polîs şandibûn. Ji hemû şaxan nêzî hezar polîs hatibûn bicihkirin. Mirov li min digeriyan û digotin polîs destûr nadin ku derbas bibin. Dema em hatin noxteya kontrolê ji me re jî heman tişt gotin. Dema me îtîraz kir jî tundî li me kirin.”   Duşunmez, tundiya lê hate kirin wiha vegot: “Tevî ku min got ez parêzer im jî tundiyê berdewam kir. Destûr nedan jinên di wesayîtê de peya bibin. Ez ji qada ku kamerayên MOBESE’yê dibînin derxistim û tundî domandin. Pişt re dema ez birim wesayîta binçavkirinê serkomîser hat û kulm li çavê min xist. Ji ber li dijî kesên lingê parlamenter şikandin û polîsê li Stenbolê şimaqek li hevserokê me dan tiştek nehate kirin, asta tundiya li dijî me zêde bû.”   ‘MIDURIYETA POLÎSAN MÎR PERWER FÎŞ KIRIBÛ’   Duşunmez, bi bîr xist ku wê rojê cenazeyê Mîr Perwer revandibû û got: “Ev nîşaneya aciziyeke mezin bû. Piştî ez hatim binçavkirim, ji bo ku ez îmze bikim girtekek anîn. Mink arî beşek ji wê girtekê bixwînim û di wir de wiha dinivîsî: ‘Alîgirên rêxistina terorîst ên ji rêxistina terorê ferman girtin ji bo cenazeyê kesê ji rêxistina terorê lêgerîna wî heye, endamê rêxistina terorê ye pêşwazî bikin…’ Nêzîkatiyeke wiha nîşan dan.”   Duşunmez, anî ziman ku tevî zextan wê mirov paşve gav neavêjin, bêdeng nabin û berxwedana xwe bidomînin.   MA / Berîvan Kûtlû