Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye 2023-01-09 10:14:28 WAN - Girtiyê bi navê Vahyettîn Sari ku 25 sal in di girtîgehê de ye, sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin ku hezar û 200 kîlomîtroyan dûrî malbata wî ye. Birayê Sari, Ahmet Sari bertek nîşan da û got: “Ya ku tê kirin îşkence ye.”    Girtiyê bi navê Vahyettîn Sari di sala 1997’an de li Wanê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Sari, ev 25 sal in di girtîgehê de ye. Sari, ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat ragirtin, di 31’ê kanûnê de bêyî agahî ji malbata wî re were şandin sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê hate kirin û niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Haya malbata Sari di 5’ê çileyê de ji bûyera sewqkirinê bû. Vahyettîn Sari beriya niha jî li girtîgehên Mûş, Sêrt û Girtîgeha Hejmar 2 ya Şakran a Alîaga ya Îzmîrê hatibû ragirtin. Malbata Sari li Wanê dimîne û piştî serlêdanên biisrar, Wezareta Dadê bi şertê ku heqê rêya xwe bide Sari di sala 2018’an de veguhestibû Girtîgeha Tîpa L a Panosê.    ‘ME HEQÊ RÊYA WÎ DA Û WISA ANÎ PANOSÊ’    Birayê Sari, Ahmet Sari da zanîn ku birayê wî di pêvajoya girtinê de li gelek girtîgehan ma ye û wiha got: “Demekî li Sêrtê ma û piştre tevî 70 hevalên xwe bi balafirê sewqî Girtîgeha Şakranê kirin. Qederê 5-6 salan li wir man û me daxwazname dan û hinek pere razand. Wê demê jî li şûna ku kekê min bînin Wanê, anîn Panosê. Ji sala 2018’an ve birayê min li Panosê bû. Ji ber zehmetiyên aboriyê em bi zor û zehmet diçûn Panosê jî. Me nekarî bi rêk û pêk biçin serdanan. Tevî vê yekê jî hefteyek berê beriya ku xeberê bidin me, tevî hevalekê wî sirgunî Sîncanê kirin. Ev hefteyeke bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne û rûyê avê nedîtiye.”    ‘DIXWAZIN ME MEXDÛR BIKIN’   Sari, rewşa heyî weke bêedaletî û bêhiqûqî nirxand û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku birayê min tavilê bînin cihekî nêz û dawî li van sirgunan bînin. Dixwaza wan mexdûrkirina me û astengkirina hevdîtina ne. Jixwe bi neheqî hatiye girtin. Ma çi aliyê vê sepanê yê hiqûqî û edaletê heye. Ji ber rewşa aborî me nedikariya biçin Panosê îcar dê çawa biçin Enqereyê? Di van demên dawî de gelek girtiyên li Panosê dişînin girtîgehên cuda. Dixwazin bi rêya sirgûnan poşmantiyê li girtiyan ferz bikin û wan dûr bixin. Tu çawa li bendê dimînî ku kesekê 25 sal in di girtîgehê de bibêje ez poşmanim? Dozeke van mirovan heye ku jê bawer dikin. Ziman û nasnameya xwe diparêze. Divê tavilê dawî li van sirgunan bînin. Ev sûcekî dermirovî ye. Tu dewlet û hiqûqan de malbat ewqas nayên mexdûrkirin. Ya ku tê kirin îşkence ye.”