Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye 2023-01-09 11:17:40   AMED- Lêkolîner Yuksel Genç da zanîn ku gelemperiya hilbijêrên HDP’ê piştgiriyê didin ku HDP bi namzetê xwe tev li hilbijartinê bibe û wiha got: “Hilbijêr pir bihêrs in ku partiyên muxalefetê wan weke hilbijêrên li ber dest dibînin. Vê biryara HDP’ê ya ji bo namzet jî weke vexwendineke bo veguherînê dinirxînin.”    Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk, bajarên weke Stenbol, Konya, Amed û Qers jî di nav de bi giştî li 20 bajaran bi hezar û 582 kesan re anketa hilbijartinê kir û encamên wê bi raya giştî re parve kir. Anket, di navbera 23’ê kanûna 2022’yan û 2’yê çileya 2023’yan de hate kirin. Di anketê de para xetayê weke ji sedî 3 û para jêbaweriyê jî weke ji sedî 98 hate diyarkirin. Hat ragihandin ku xebat bi çavkaniyên şîrketê bi xwe hatiye kirin. Di xebatê de pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, tevgerên sosyo-ekonomîk û dengdayîn hate destgirtin û ji beşdaran ji sedî 51,5 zilam û ji sedî 48,5 jî jin bûn.    PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG: ABORÎ   Ji beşdarên anketê ji sedî 65,8’an got ku mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê “Krîza aborî/bêkarî” ye. Ji sedî 41,5’an got beşek û ji sedî 25,2’yan jî got ku sedema vê pirsgirêkê jî “Polîtîkayên şer û tundiyê û Operasyonên derveyî sînor in.” Ji beşdaran ji sedî 34,3’yan jê bi erênî nêzî hevdîtina di navbera HDP û AKP’ê de ya ji bo Guhertina Makeqanûnê bûn û ji sedî 25,1’an jî ev neyînî bersiv dan.    ÊRIŞA LI DIJÎ SÛRIYEYÊ DÊ ENCAMÊ NEGUHERÎNE   Ji sedî 66’î beşdaran got ku “Operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û operasyonên li derveyî sînor” bandorê li biryara wan nake, ji sedî 15,2’yî beşdaran got dike ku bêhtir girêdayî partiya deng didinê bibin, ji sedî 8,5’an got dibe sedem ku bêbiryar bibin û ji sedî 6,5’an jî got “Ez ê neçim ser sindoqê.”    DI NAVBERA TIFAQAN DE TENÊ PUANEK HEYE   Ji bo pirsa “Di halê hazir de hûn dê dengê xwe bidin kîjan tifaqê?” jî ji beşdaran ji sedî 32’yan got “Tifaqa Milet”, ji sedî 30,7’an got “Tifaqa Cumhur”, ji sedî 17,8’an got “Tenê heke namzet ji partiya min be ez ê dengê xwe bidim”, ji sedî 11,3’yan got “ez di şert û mercan de dengê xwe nadim tifaqan”, jij sedî 5,5’an got “Ez bêbiryar im” û ji sedî 2,5’an jî got “Ez ê dengê xwe bidim Tifaqa Ked û Azadiyê.”    AKP DIKEVE HDP MEZINTIR DIBE   Ji bo pirsa “We di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de dengê xwe da kîjan partiyê?” ji beşdaran sedî 31,6’an got AKP, ji sedî 21’an got “Min dengê xwe neda”, ji sedî 20,6’an got CHP, ji sedî 10’an got Partiya Îyî, ji sedî 9,8’an got HDP, ji sedî 6,5’an got MHP û ji sedî 0,4’an jî got Partiya Saadetê. Îcar jî pirsa “Heke roja yekşemê hilbijartin were kirin dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” ji heman komê hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 27,7’an got AKP, ji sedî 23,8’an got CHP, ji sedî 11,1’an got Partiya Îyî, ji sedî 10,9’an got HDP, ji sedî 5,4’an got MHP, ji sedî 2,4’an got Partiya Deva, ji sedî 0,7’an got Partiya Saadetê, ji sedî 0,6’an got Partiya Pêşerojê, ji sedî 0,5’an got TÎP, ji sedî 8,2’yan got “bêbiryar im” û ji sedî 8,4’an jî got “dê deng nedim.” Bi vê yekê re dengê AKP’ê kêm bûye û yê HDP’ê jî zêde bûye.    ÇAVÊ HILBIJÊRAN LI HDP’Ê YE    Her wiha pirsa “Di halê hazir de hûn dê dengê xwe bidin kîjan tifaqê?” jî beşdaran hate kirin. Ji beşdarên bo pirsa “Roja yekşemê hilbijartin were kirin dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” gotibûn dê dengê xwe bidin HDP’ê jni sedî 48,3’yan jê got “Heke namzet ji partiya me be ez dikarim dengê xwe bidim”, ji sedî 26,2’yan got “Ez bi tu awayî deng nadim”, ji sedî 19,8’an got “Ez ê dengê xwe bidim Tifaqa Ked û Azadiyê.” Piştre jî pirsa “Gelo hûn dixwazin partiya we bi tifaqekê re bikeve hilbijartinê?” ji beşdaran hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 7,9’an got “Naxêr divê partiya ku ez dengê xwe didimê bi tena serê xwe bikeve hilbijartinan”, ji sedî 33,3’yan got “Ez dixwazim partiya min tev li Tifaqa Milet bibe”, ji sedî 29’an got “Dixwazim partiya min tev li Tifaqa Cumhur bibe”, ji sedî 4,2’yan got “Ez dixwazim partiya min tev li Tifaqa Ked û Azadiyê bibe.” Ji beşdaran ji sedî 10,3’yan got “Bêbiryar im”, ji sedî 8,2’yan got “Ez ê dengê xwe nedim.”    HDP PIŞTGIRIYÊ BIDE KÊ DÊ EW NAMZET BI SER KEVE    Di xebatê de pirsa “Gelo li gorî we dê di hilbijartina serokkomariyê ya di hezîrana 2023’yan de kîjan partî û tifaq bi ser keve?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 36,3’yan got “Namzetê Tifaqa Cumhur”, ji sedî 30,5’an got “Namzetê Tifaqa Milet”, ji sedî 18,2’yan got “Dê namzetê ku HDP piştgiriyê dide” bi ser keve. Ji sedî 9’an jî got “Nizanim.”   HILBIJÊRÊN HDP’Î DIZANIN KU DIYARKER IN   Ji hilbijêrên HDP’ê ji sedî 82’yan got “HDP piştgiriyê bide kîjan namzetî ew dê bi ser keve.” Her wiha ji sdî 45,50’î hilbijêrên Partiya Saadetê, ji sedî 23,70’ê hilbijêrên Partiya Devayê, ji sedî 22,44’î hilbijêrên CHP’ê dibêjin ku bandora HDP’ê ya di hilbijartina serokkomariyê de heye. Gelemperiya hilbijêrên Partiya Îyî û MHP’ê jî dibêjin bandora wê nîne.    JI SEDÎ 34’AN DIBÊJIN BILA HDP NAMZETÊ XWE BIKEVE HILBIJARTINÊ    Ji bo pirsa “Gelo li gorî we HDP di tûra ewil a Hilbijartina Serokkomariyê de bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê yan na?” ji hilbijêran ji sedî 33,8’an got “Erê bila bi namzetê xwe bikevê”, ji sedî 21,2’yan got “Na bila bi namzetê xwe nekevê û hilbijêrên xwe ji bo tercîhê araste bike”, ji sedî 20,2’yan got “Na bila di nava Tifaqa Milet de piştgiriyê bide namzetê hevpar”, ji sedî 10’an got “Bila namzetekê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de bikev hilbijartinê” û ji sedî 13’an jî got “Nêrîneke min tune ye.”    HILBIJÊRÊN CUMHUR DIXWAZIN HDP BI NAMZETÊ XWE BIKEVE HILBIJARTINÊ    Ji hilbijêrên HDP’î ji sedî 76,5’an got “Bila HDP weke partî bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê.” Balkêşe ku herî zêde hilbijêrên Tifaqa Cumhur xwestin ku HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê.    ‘BIRYARA HDP’Ê HILBIJÊR MOTÎVE KIR’   Koordînatora Navena Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Gunç, nebza hilbijêran a piştî daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê wiha nirxand: “Bi qasî ku em dişopînin, hilbijêrên HDP’î motîve kir û xist atmosfera hilbijartinê. Hesta ku di hilbijartinê de kirdeyeke girîng in di wan de xurt kir. Hilbijêr, dînamîka ku hêza wê derdixîne holê, dixwaze hêza guhertinê ya vê dînamîkê nîşan bide û di vê çarçoveyê de jî partiya xwe bihêz bike. Hilbijêrên HDP’î ku eleqeya dixwestin ji Tifaqa Milet nedîtin, firsendek bi dest xist ku bibêje ‘em jî di hilbijartinê de hene.’ Gelemperiya hilbijêrên HDP’ê vê biryarê erê dikin. Hilbijêr pir bihêrs in ku dengên wan weke dengên li ber dest û hazir tên dîtin. Lewma jî bo wan girîng e ku partiya wan bi namzetê xwe dikeve hilbijartinê.”   ‘DIKIN KU TIFAQ HINEK SER BIFIKIRIN’   Têkildarî bandora biryara HDP’ê ya li ser siyaseê jî Genç ev nirxandin kir: “Beriya her tiştî ev biryar li dijî helwesta muxalefetê ya tevlinekirina HDP’ê ya hilbijartinê, bêpolîtîkatiya wan û parvekirina qoltix û rayeyê destwerdaneke girîng e. Li dijî rejîma otorîter a Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet ku hewl dide xetayên sedsalî yên komarê dîsa dubare bike alternatîfeke sêyemîn e. Bêguman bi vê biryarê her du tifaqan jî vedixwînin veguherîne û jê tê xwestin ku hesaba HDP û gelê kurd jî bikin. Heke HDP vê pêvajoyê biisrar bidomîne, guherîn û veguherîn dê teqez be.”