HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev 2023-01-09 11:50:16   ENQERE - HDP’a ku starta xebatên xwe yên hilbijartinê da, bi tevlibûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan bi komeleyên herêmê re tê gelhev.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku starta xebatên xwe yên hilbijartinê da dê di 12’ê çileyê de bi dirûşmeya “Em bi ziman, çand û nasnameya xwe bi hev re ne” bi komeleyên herêmî yên li Stenbolê ku ji aliyê kurdên ku ji ber şer koçberbûne ve hatine avakirin re bê gelhev.   Di hevdîtina ku wê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş bê kirin de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Cîgirê Hevserokên Giştî Tûncer Bakirhan wê amade bibin.    Hevberdevka Komîsyona STK’a ya HDP’ê Sûltan Ozcan vê aktîvîteyê weke “hevdîtina bi girseya xwe re” penase dike anî ziman ku kurdên di salên 1990'î de bi şewitandina gundên xwe re rastî koçberiya bi darê zorê hatin, koçî metropolan kirin û li bajarên mezin bi hevgirtinê dijîn. Ozcan, da zanîn ku ev hevgirtin îro li komeleyên herêmî berdewam dike û bi xurtkirina kurdan a li van komeleyan re têkiliyên xwe yên civakî diparêzin.   ‘KURD BINGEHA XWEZAYÎ YA PARTIYA ME NE’    Ozcan, anî ziman ku ji bo kurd li Stenbolê di nava piştevaniyê de bin dest bi avakirina komeleyên herêmî kirin û got: “Komeleyên herêmî ji bo tora hevgirtinê û berdewama wê xebatên xwe dimeşînin. Ji ber vê pêdiviyê her roj hejmara komeleyan zêde bûne. Welatiyên kurd ku li komeleyên herêmî di nava piştevaniyê de ne bingeha xwezayî ya partiya me ne.”