Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir 2023-01-09 16:27:29   WAN - Rejîma Îranê derheqê Mohammad Ghobadlou û Mohammad Boroghanî de biryara darvekirinê dabû. Ji bo protestokirina biryara rejîmê, li pêşiya girtîgehê çalakî hate destpêkirin.    Rejîma Îranê bi hinceta ku tevli çalakiyên li Îranê bûne, derheqê Mohammad Ghobadlou û Mohammad Boroghanî de biryara darvekirinê da. Gelê Îranê li dijî biryara rejîmê li pêşiya Girtîgeha Rajaee Shahrê dest bi çalakiyê kir. Çalakiya gel a li pêşiya girtîgehê ji saetên şevê heta niha didome.    TAWANÊN TÊN KIRIN    Ghobadlou, bi êrişa li dijî wesayîteke polîsan ku di encamê de polîsek miribû û 5 jê jî birîndar bûbûn tê tawanbarkirin. Dayika Ghobadlou diyar kir ku di dema çalakiyê de kurê wê li wir nebû. Boroghanî jî bi îdiaya birîndarkirina xebatkarekî ewlehiyê tê sûcdarkirin.