Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike 2023-01-09 16:39:22   ENQERE - Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan bertek nîşanî êrişa li dijî cenazeyê Mîr Perwer da û wiha got: “Dewlet tundiyê li cenazeyan dike û ezyetê lê dike. Rêzê bo rêgeza ji bo mirî bigirin.”    Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan têkildarî êrişa li dijî cenazeyê hunermendê kurd Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ku di 23’yê kanûnê de tevî Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) û Abdurrahman Kizil ku li Parîsê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de tiştên di dema merasîma definkirina cenazeyê de qewimîn hatin vegotin û hat destnîşankirin ku bi hezaran kes hatin astengkirin da ku tev li merasîmê nebin.    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tiştên ku li dijî bedenên mirî tên kirin, rûyê herî zelal ê siyaseta tê meşandin e. Dewlet di serdemên cuda de li dijî cenazeyên cuda tundiyê dike, ezyetê lê dike, nahêle li gorî usûlan bên definkirin, ezyetê li xizmên wan dike û bi hejandina tiliya xwe ya li mirî re peyamê dide derdorên berfireh ên civakê. Li gorî xwe çarçoveyekê diyar dike bê ka kîjan beden rêzê heq dikin an jî kîjan beden rêzê heq nakkin. Hewl dide vê hewldana xwe rewa nîşan bide. Weke Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan em vê çarçoveyê red dikin. Em dizanin ku hewl didin bi rêya vê tundiya li cenazeyan tê kirin re zextê li me bikin. Lê em careke din dibêjin ku divê cenazeyên kurdan, elewiyan, ermenan, suryanan, cihûyan, LGBTÎ+’yan, jinan, karkeran, koçberan, muxalîfan, xizanan û hemû bedenên mirî bi rêzdarî bên definkirin. Yek ji pîvanên pêkvejiyanê jî rêgeza rêzgirtina li hemberî mirî ye. Banga me ji bo Komara Tirkiyeyê ew e ku rêzê bo vê pîvanê bigire û li gorî wê tevbigere.”