Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn 2023-01-09 18:58:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Sê jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li cihê lê hatin qetilkirin, li ber Buroya Enformasyonê, hatin bîranîn.   Sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin, li cihê ku lê hatibûn qetilkirinli, li ber Buroya Enformasyona Kurd hatin bîranîn.   Şaredarê Bajarê Mezin ê Parîsê, Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordoba, endamên Senatoya Parîsê, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên STO’yê, Tevgera Jinên Kurd û CDK-F tev li çalakiyê bûn.   Senatorê Partiya Sosyalîst Remo Fero, li ser navê CDK-F’ê Sara Marcha, Komeleya Kurdistan a Francesc û endamên Tevgera Dostatiya Gelên Li Dijî Nijaperestiyê ya Mrap, li çalakiyê bûn.   Alexandra Cordoba wiha got: “Em di wextekî zehmet de ne. Ev êrîş li dijî hemû niştecihên Parîsê hatine kirin. Li dijî kesên li dijî DAÎŞ’ê nirxên xwe yên demokrasî û mirovahiyê parastine, hatiye kirin.”   Sara Marcha jî li ser navê CDK-F’ê axivî û got ku jinên pêşengên şoreşê, ji dîrokê heta niha timî hatine hedefgirtin, ji bo paşeroj dubare nebe divê têkoşîna edalet û heqîqetê bidome.