Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin! 2023-01-10 10:50:39 AMED - Derket holê ku mele Kadrî Ozkaya ku li navçeya Rezanê dest dirêjî zarokekê kiribû û ji ber vê hatibû girtin û 21 sal ceza lê hatibû birîn, ji aliyê miftîtiyê ve tayinî mizgefteke Sêrtê hat kirin.    Kadrî Ozkaya yê mele di 24'ê tîrmeha 2021'ê de li navçeya Rezanê ya Amedê dest dirêjî zaroka 9 salî ya bi navê C.D. kiribû. Ozkaya, ji ber vê hatibû girtin û 21 sal û 10 meh û 15 roj ceza lê hatibû birîn.   Derket holê ku miftîtiyê Ozkaya yê girtî wekî mele tayinî mizgefeteke Sêrtê kiriye. Piştî ku dadgehê hinceta cezayê li Ozkaya birî eşkere kir, ev yek kifş bû.    Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Amedê, bi sûcê "destdirêjiya li zarokê" 18 sal ceza li Ozkaya birîbû. Lê ji ber ku bi darê zorê dest dirêjî zarokê kiriye, dadgehê cezayê wî zêde kiribû, kiribû 27 sal. Ji ber ku tişta kiriye di asta hewldanê de bûye, dadgehê cezayê wî daxistibû 20 sal û 3 mehan û paşê ji ber bandora ceza ya li ser bersûc ceza daxistibû 16 sal û 10 meh û 15 rojan.    Her wiha dadgehê ji ber "binpêkirina azadiya kes" salek û ji ber ku di dema kirina sûc de bi darê zorê tevgeriyaye jî salek ceza li Ozkaya birîbû. Ji xeynî vê ji ber ku tişta hatiye kirin li zarokekê hatiye kirin, ceza kiribû 4 sal û ji ber ku sûcê hatiye kirin destdirêjî ye jî ceza kiribû 5 sal.    Dadgehê bi giştî 21 sal û 10 meh û 15 roj ceza li Ozkaya birîbû.    Piştî biryara dadgehê parêzerê malbata zarokê Yasîn Karadenîz, serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê dabû û îtiraz kiribû.    LI SER KAR E   Piştî dadgehê hinceta biryara xwe eşkere kir, derket holê ku îmam Ozkaya hê jî di kadroya Serokatiya Karên Diyanetê de li ser karê xwe ye û Ozkaya yê girtî, piştî hatiye girtin ji peywirê nehatiye girtin û tayinî mizgefteke Sêrtê hatiye kirin.