Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin 2023-01-10 13:20:02   RIHA - Ferît Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne bal kişand ser doza têkildarî êrişa li ser xizmên wan û wiha got: “Daxwaza me ew e ku parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz ku komkujiya li nexweşxaneyê organîze kir weke bersûc bê darizandin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 673’yan de berdewam kir. Nobeta îro Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe domand. Şenyaşar, got ku dayika wî duh nexweş bû lewma rakirine nexweşxaneyê û niha li malê bêhna xwe vedide.    DAXWAZA MALBATÊ    Şenyaşar, da zanîn ku tevî rewşa tenduristiyê ya dayika wî jî dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêhiqûqî û bêedaletî hêj berdewam dike. Niha di ketina edliyeyê de pankarta me hilayîstî ye. Di pankartê de ambûlansa ku paceyên wê bi kevirên parkeyê hatine hewirandin heye. Hêj niha jî bersûc dernexistine pêşberî darazê û nehatine darizandin. Yê ku komkujî organîze kirî parlamenterê îktîdarê ye. Heke parlamenterê partiya îktîdarê li nexweşxaneyê nebûya, kesekî cisaret nedikir ku êrişî ambulansê bike. Serfaîlê bûyera qewimî parlamentere lê tevî vê yekê jî navê wî di îdianameyê de derbas nabe.”    Bi domdarî Şenyaşar bal kişand ser danişîna doza nexweşxaneyê ku dê di 17’ê çileyê de were lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ya sereke ew e ku parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz ku komkujiya li nexweşxaneyê organîze kir weke bersûc were darizandin. Em ê vê daxwazê bikin. Qeydên kamerayên nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne. Dema pêvajoya parlamenteriyê qediya dê ew dîmen derkevin holê. Em ê li bendê bisekinin. Em ê li mala xwe rûnenin. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.”