Li Şirnexê kesek hat girtin 2023-01-10 14:36:03   ŞIRNEX - Ûgûr Temel ê ku pêr li navçeya Elkê hatibû binçavkirin, hate girtin.   Welatiyê bi navê Ûgûr Temel ku di 8’ê çileyê de li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê, ji ber derbarê Temel de beriya niha bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal cezayê girtîgehê ku hatiye pejirandin hebûye, ew girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.