Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin 2023-01-10 15:14:17   ENQERE - Di danişîna doza derheqê girtina ji peywirê ya endamên Konseya Navendî ya TTB’ê de nehiştin rojnameger bikevin eywana danişînê.   Ji ber girtina ji peywirê ya endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li avahiya xizmetê ya pêvek a Deriyê Derve ya Edliyeya Enqereyê hate lidarxistin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, parlamenter û rojnamegeran xwestin dozê bişopînin lê nehiştin bikevin avahiya danişînê.