13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin 2023-01-10 16:15:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevdîtineke fermî de 13 zarok û 2 jinên DAIŞ'î radestî Îspanyayê kirin.   Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Îspanyayê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi daîreyê re civiya.   Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Spanyayê Guillermo Anguera û Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, ji aliyê endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, endamê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Lana Hisên û nûnera Desteya Jinan Huweyda Mihemed Selîm Mihemed ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa siyasî ya Sûriyê, pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyê rewşa mirovî, aborî û ewlehiyê ya herêmê nirxandin.   Li gorî malperê, El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser diyaloga nîştimanî ya sûrî dike bingeha pêkanîna ewlehiyê û çareseriya siyasî û parastina yekitiya Sûriyê. Her wiha destnîşan kir ku yekitiya Sûriyê bi derxistina dagirkeran ji Sûriyê û bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk li hember nasnameya sûrî û sûriyeyiyan dest pê dike. El Giêt wiha dewam kir: “Nêzîkbûna tirkî-sûrî li dijî berjewendiya Sûriyê û sûriyeyiyan e, nexasim piştî ku Tirkiyê şer teşwîq kir, axa Sûriyê dagir kir.”   El Giêt di axaftina xwe de diyar kiriye ku girtina deriyê Til Koçer li ser aborî û rewşa mirovî ya herêmê bi awayekî neyînî bandor dike û li dijî berjwendiyên sûriyeyiyan e. Guillermo Anguera jî spasiya rêveberiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir, ji ber ku ewlehiya herêmê diparêzin û şerê DAIŞ`ê dikin. Her wiha destnîşan kir ku Îspanya di hemû aliyên mirovî, ewlehî û aborî de piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser .   Li gorî malperê, di dawiya hevdîtinê de 2 jin û 13 zarokên DAIŞ`î li gorî belgeyên fermî di navbera her du aliyan de, radestî Îspanyayê hatine kirin.