ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-11 09:00:01     * Berdevka Komîteya Karên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku jinên ereb û êzidî li dijî tecrîdê tifaqiya xwe ava dikin û got: "Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e."    * Nivîskar Sîdar Jîr bilêv kir ku divê wêjeya kurdî bibe milkê dinyayê û got: “Ya girîng divê wêjeya kurdî, erebî, farisî û tirkî baypas bike. Ji ber ku her sê jî zimanên hegemon ên li ser zimanê kurdî ne û dixwazin li ser ziman jî bibin desthilatdar. Divê berhemên kurdî rasterast ji kurdî bên wergerandin. Ne bi rêya erebî, farisî û tirkî.”   * Tifaqa Ked û Azadiyê, dê di 15'ê Çileyê de li Stenbolê mîtînga xwe ya ewil li dar bixe. Parlementerên HDP'ê ji bo beşdariya li mîtîngê bang kirin.    * AYM'ê, doza Omer Koç de ku tê gotin ji aliyê pokîsan ve hatiye kuştin, bi hinceta "demboriyê" red kir. Parêzerê malbatê berî ku 30 roj di ser eşkerekirina pêvajoya binpêkirinê re derbas bibe, serî li AYM'ê daye, lê AYM'ê bi hinceta "demboriyê" serlêdana parêzerê malbatê red kir.    * Tê gotin ku ji welatiyan heya bi muteahîdan karê kê ketibe aliyê Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê bertîl li wan hatiye verzkirin û pereyê ku di "hawizê bertîlê" de hatiye komkirin jî di nava endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên AKP'î de hatiye payêkirin.    * Huseyîn Karatay, birayê Şoreşger Menal Mêrdîn ku li Şengalê bi sûîqestekê hat qetilkirin, got: "Birayê min 43 salên jiyana xwe dan vê têkoşînê. Heya kêliya dawî jî têkoşiya." Biraziyê wî jî got: "Çendî kiryar hê nediyar be jî, lê em vê êrişê, wekî êrişeke li gelan hatiye kirin dinirxînin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 674’emîn de berdewam bike.    * Danişîna sêyemîn a doza ku Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya girtî tê darizandin dê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. Beriya danişînê wê li ber edliyeyê daxuyanî bê dayîn. (09.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin dê di roja 15’emîn de berdewam bike. (11.00)    * Şaxa Egîtîm Sena Amedê têkildarî zimanê dayikê û dersen bijarte dê li avahiya xwe ya Şaxa Hejmara 1’an daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)   * Tifaqa Ked û Azadiyê dê xebatên xwe yên ji bo mitînga ku dê di 15’ê çileyê de li navçeya Kartal a Stenbolê li dar bixe bidomîne. (18.00)