Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê' 2023-01-11 09:02:24   MÊRDÎN - Tê gotin ku ji welatiyan heya bi muteahîdan karê kê ketibe aliyê Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê bertîl li wan hatiye ferzkirin û pereyê ku di "hawiza bertîlê" de hatiye komkirin jî di nava endamên meclisa şaredariyê û rêveberên AKP'î de hatiye parîkirin.    Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê ku bi nelêrêtiyan di rojevê de ye, behsa çerxeke bertîlê ya nû tê kirin. Tê gotin ku rêveberiya AKP'î ya di bin banê Şaredar Mehmet Tatlidede de, çerxeke bertîlê hatiye avakirin. Ji xeynî vê behsa "hawizeka bertîlê" jî tê kirin ku bertîlên tên stendin li vir tên komkirin.    Li gorî agahiyên bi dest ketine, ji welatiyan heya bi muteahîdan karê kê dikeve aliyê şaredariyê bertîl li wan tê ferzkirin. Komeke ji 3 endamên meclisê hatiye avakirin û ji kesên ku karê wan dikeve aliyê şaredariyê re dibêje dê karê wan safî nebe. Ev kes jî hevdîtinê bi vê komê re dikin û ji xeynî tahsîlata fermî pereyekî zêde yê dij tomarkirinê jî didin vê komê. Welatî û muteahîdên ku naçin hevdîtinê bi vê komê re nakin jî, yeko yeko telefonî wan tê kirin û doza hevdîtinê li wan tê kirin. Kesên ku hevdîtinê qebûl nakin û dixwazin rasterast hevdîtinê bi Serokatiya AKP'ê ya Bajêr an jî Şaredar Tatlidede re hevdîtinê bikin jî, cardin leqayî vê komê tên. Welatî û mteahîd berê xwe bidin kîjan deriyî, rastî vê komê tên û ji neçarî bertîlê didin.    Tê gotin ku bertîlên tên stendin jî di "hawiza bertîlê" de tên komkirin û ev hawiz jî di destê endamekî meclisê yê derî vê komê de ye û pereyên di vî hawizê de kom dibin jî di nava van elemanên vê şebekeyê de tê parîkirin.