Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye 2023-01-11 10:23:49   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi astengiya hevdîtina malbat û parêzeran nayê tarîfekirin û got: “Torek mezin di pergala bêhiqûqiyê ya li Girava Îmraliyê de heye.”    Li Girtîgeha Grava Îmraliyê ya  Tîpa F a Ewlehiya Bilind 21 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan nayê girtin û ji roja Ocalan anîne wê girtîgehê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Her çiqas Hevserokên HDP, DBP’ê û parlamenteran û li seranserî cîhanê parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin jî lê heta niha daxwazên wan nehatine bersivandin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinan bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de berdewam dike.    ALIYÊN TECRÎDÊ YÊN BI CÎHANÊ VE GIRÊDAYÎ   Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ku di çalakiyê de cih digire diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirand û got: “Li giravekê mirovek heye. Derdora wî hatiye îzolekirin. Hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re tê astengkirin. Ev nayê wê maneyê ku bi tarîfeyek basit were nirxandin. Li Girava Îmraliyê, êrişên derûnî, çandî û sosyolojik hene. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi rastiya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê ve girîdayî ye. Aliyek bêhiqûqiya li Îmraliyê NATO, Amerîka, Yekitiya Ewropayê, CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, aliyekî Yewnanistan, li aliyekî Tirkiye, li aliyekî hikûmeta AKP’ê û li aliyekî jî ew kesên ku li îdareya pergala gravê dinêrin ku nayên dîtin. Di nav van kesên ku nayên dîtin de, burokratên dewletê, leşker û berpirsên NATO’yê hene. Lewma torek mezin vê tecrîdê pêk tîne. Pergalek nehiqûqî ku vê tora mezin ava kiriye heye.”    Bulbul dibêje ku bi vê tecrîdê tê xwestin ramana siyasî, sosyolojiya ku hatiye hilberandin, grûbên etnik, bawerî bên tunekirin û li Rojhilata Navîn projeya çareseriyê were bêqîmetkirin û projeya demokratîkkirina Tirkiyeyê were berhewakirin.    'ABDULLAH OCALAN BANDORÊ LI SER DINYAYÊ DIKE’    Bulbul anî ziman ku Abdullah Ocalan û tevgera siyasî ya ku ew nûnertiya wî dike, çareseriya demokratîk û wekhev a li ser esasê maf û azadiyên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dixwazin û destnîşan kir ku rêveberiya ku pergala li Girava Îmraliyê bi rê ve dibe çareseriyeke demokratîk û wekhev naxwaze. Bulbul axaftina xwe wiha domand: “Yên ku pergala Îmraliyê çêkirine, hem tecrîdê giran dikin û hem jî ji aliyê psîkolojîk ve li ser gelê kurd zextan dikin. Ev rewş bi awayekî li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwe dide der. Heke niha hevdîtinek çêbibe, wê bibe rehetî, di derbarê çareseriyê de hinek tişt derkevin holê û ev yek di raya giştî, derdora siyasî, dewlet, li her derê de xwe dide der. Birêz Ocalan bi analîz, fikr û raman û projeyên xwe bandorê li Rojhilata Navîn, Tirkiye, Kurdistan û cîhanê dike.”   TORA TECRÎDÊ    Bulbul bi bîr xist ku biryar û nirxandinên Abdullah Ocalan zirarê nade tu gelan, berovajî wê sîstemeke ramanî ya ku jiyaneke wekhev, refahî û azadiyan misoger dike ye û got: “Ew baş dizanin ku yek ji faktorên ku vê krîza piralî diyar dike, pergala tecrîdê ye. Tora navnetewî û şirîkên wê yên herêmî ku vê yekê dikin hene.”   ‘MAFDAR SÛCDAR DIBIN, SÛCDAR JÎ XWE MAFDAR DIKIN’    Bûlbûl bal kişand ser wê yekê ku Abdullah Ocalan ji hilberîna projeya siyasî, civakî û jiyanê ya ji bo mirovahiyê berpirsyar e û wiha axivî: “Ocalan bi xwe di asta makro de parêzvanê herî baş û îfadekarê projeya siyasî ye. Mixabin em li şûna ku têra xwe jê fêm bikin û wek projeyek siyasî biparêzin, bi gotinên hêsan ên wekî 'birêz Ocalan dibêje' meseleyê şîrove dikin. Ji bo ku em vê li gorî civakî, çandî, jin, ciwanî û çandiniyê biguncînin, me bi şiyanên siyasî têr nekir. Ji ber vê yekê yên ku Ocalan diparêzin bûne 'sûcdar' û yên tecrîdê lê dikin jî bûne hêzdar û mafdar! Lê em ne sûcdar in, em rast dibêjin. Dibe ku yên rast ji aliyê zaliman ve sûcdar bên ragihandin, lê ev tiştekî neqanûnî ye.”    ‘WEZARETA DADÊ SÛC DIKE’    Bulbul da zanîn ku pirsgirêk ji kesên ku tecrîdê disepînin rû didin û wiha got: “Ji bo ku qanûnên xwe bisepînin paşve gavan daivêjin. Qanûnên xwe asteng dikin. Bi astengkirina qanûnên xwe sûc dikin. Em parlamenter diçin ber Wezareta Dadê û wan di mijara tecrîdê de hişyar dikin. Wezareta Dadê daxwaz û çalakiya me piştguh dike. Wezareta Dadê sûc dike. Jixwe tecrîd bi xwe sûc e. Nebihîstina daxwazên demokratîk ên têkildarî tecrîdê sûc e. Em li dijî tecrîdê çalakiyê li dar dixin, lê polîsên wan tên me tecrîd dikin û em bi tecrîdek nû re rûbirû dimînin.”    MA / Ozgur Paksoy