Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn 2023-01-11 11:30:46   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen anî ziman ku giştînameya Wezareta Dadê têkildarî girtiyên nexweş weşand kêm e û wiha got: “Li Tirkiyeyê pergala hiqûqê ya dûalî heye. Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn û hemû girtiyên nexweşên giran bên berdan.”   Li gorî daneyên Wezareta Dadê, kapasîteya 396 girtîgehan 286 hezar 797 e, lê heta 1’ê kanûna 2022’yan li girtîgehan 336 hezar 315 kes hene. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê giran hezar û 571 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û di sala 2022’yan de herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.    Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ku ji mirinên li girtîgehan çêdibin re bêdeng dimînin, piştî ku yek ji girtiyên 28’ê sibatê korgenerale teqawîtbûyî Vûral Avar ê 85 salî di 20’ê kanûna 2022’yan de di girtîgehê de mir, ketin nava liv û tevgerê. Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Di giştînameyê de cih nedan naveroka têkildarî sererastkirinê û girtiyên ji giştînameyê sûd werbigirin.   Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Nûray Çevîrmen li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û giştînameyên Wezareta Dadê nirxandin kirin.    LI GIRTÎGEHAN ŞERTÊN TECRÎDA GIRANKIRÎ   Çevîrmen, diyar kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh cihên ku binpêkirinên mafan diafirînin. Çevîrmen, a da zanîn ku gelek girtiyan têkildarî îşkence, mûameleya nebaş û zextan serî li ÎHD’ê dane, destnîşan kir ku pergaleke tecrîdê ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêde dibe heye û qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir. Çevîrmen, a qala îşkence û mûameleya nebaş jî kir, bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê.    MIRINÊN KU NAYÊN QEYDKIRIN   Çevîrmen, bal kişand ku li girtîgehan girtiyên jiyana xwe ji dest dane û nayên qeydkirin hene û wiha wiha got: “Mirinên li girtîgehan çêdibin û mirinên biguman gelek in. Îsal gelek zêde bûn. Tê gotin ku qismekî van mirinên bi guman întîhar in. Heta neçarmayîna girtiyan a întîharê jî binpêkirina mafê jiyanê ye. Divê mirinên bi guman bên aşkerakirin û lêpirsîn bi awayekî vekirî, zelal bên kirin, lê belê ev nayên pêkanîn. Ji 76 girtiyan 35 jê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. 4 ji wan di ser 80 salî re bûn û nexweşên giran bûn. Yek bi qasî 40 rojan li nexweşxaneyê di lênerîna awarte de hatibû girtin. Di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Dema girtiyên nexweş nêzî mirinê dibin tên berdan. Ev jî di demekî kurt de jiyana xwe ji dest didin. Înfazên girtiyên nexweş 3 mehan 6 mehan tên taloqkirin. Binpêkirineke mezin heye lê pêvajoya lêpirsînê nayê destpêkirin.”   ‘PERGALA LI ÎMRALIYÊ LI TIRKIYEYÊ BELAV BÛ’   Çevîrmen, bi lêv kir ku li Girtîgeha Îmraliyê şertên tecrîda giran tên pêkanîn û anî ziman ku ev tecrîd belavî girtîgehên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bûne. Çevirmen, anî ziman ku “Mafê Hêviyê” yê di bin sîwana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ji holê hatiye rakirin û wiha berdewam kir: “Biryarên binpêkirinên ku ji aliyê DMME’yê ve hatine dayîn hene lê pêdiviya van biryaran nayê bicih anîn. Hejmara girtiyan ku di serdema yekemîn a desthilatdariyê de 59 hezar bû, niha di ser 336 hezarî re ye. Divê şert û mercên jiyanê yên mirovane bên avakirin û rejîma girtîgehê ya li Tirkiyeyê bê terikandin.”   LI TIRKIYEYÊ PERGALA HIQÛQÊ YA DUALÎ   Çevîrmen, daxuyaniya piştî mirina Vûral Avar bi bîr xist û ev tişt gotin: “Wezareta Dadê di kesayeta Vûral avar de têkildarî hemû girtiyên nexweş û Saziya Tiba Edlî daxuyaniyek da. Herî dawî giştînameyeke nû weşand. Di vê giştînameyê de qala tu tîpên sûcan nayê kirin. Pêkanînên li Tirkiyeyê di holê de ne. Pergaleke hiqûqê ya dûalî heye. Ji bo vê jî divê pêkanîna rêgeza wekheviyê, rakirina cihêkariyê were kirin û hemû girtiyên nexweş ên giran werin berdan. Lazim e sererastkirineke ku her tiştî têxe nava xwe, hiqûqeke mirovî deyne holê were kirin.”