Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne 2023-01-11 12:20:51   RIHA - Ferît Şenyaşar bal kiaşnd ser doza êrişa li nexweşxaneyê ku dê di 17’ê çile de bê lidarxistin û ew li benda darizandinek adilane ne.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Nobeda Edaletê ya malbatê li ber edliyeyê di roja 674’emîn de berdewam dike.   Ferît Şenyaşar di nobedê de axivî û diyar kir ku tevî hemû astengî û zilma li ser wan jî çalakiya wan di roja 674’emîn de berdewam dike û got: “Heke lêgerîna edaletê sûc be, em dibêjin me jî bikin binçavan û bigirin.”   ‘EM LI BENDA DARIZANDINEK ADIL IN’    Şenyaşar bi bîr xist ku danişîna ewil a doza êrişa li nexweşxaneyê dê di 17’ê çile de li Dadgeha Meletiyê were lidarxistin û wiha got: “Yên ku qetlîamê pêk anîn parlamentere partiya îktidarê û xizmên xwe ne. Heke her çiqas dîmenên kameraya li nexweşxaneyê ji holê hatibin rakirin jî lê her kes baş dizane ku dîmen di arşîva kameraya ewlehiyê ya nexweşxaneyê de hene. Îfadeyên şahidên nexweşxaneyê û midûrê emniyete heye. Îfadeyên xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan hene. Parlamenter Yildiz û malbata xwe di îfadeya xwe de dibêjin ku qetlîamek çawa pêk anîne. Di vê heyama nobeda me de çi rêxistinên hiqûqê û maf, çi jî baro piştgiriyek bêdawî pêşkêşî me kirin. Piştî raya giştî çêbû, doz hat vekirin. Em dixwazin dozê ku wê di 17’ê çile de bê lidarxistin, darizandinek adil pêk were û biryarek ku wîjdanê civakê rehet bike bê dayîn.”