Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye 2023-01-11 16:34:46   AMED - Şaxa Egîtîm Sen a Amedê tekildarî perwerdeya zimanê dayikê û dersên bijarte daxuyanî da. Di daxuyaniyê de girîngiya mafê perwerdehiya zimanê dayike hat destnîşankirin û gotin: "Qedexekirina mafê perwerdehiya zimanê zikmakî sûce li dijî mirovahiyê ye."    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Amedê tekildarî zimanê dayikê û dersên bijarte li avahiya xwe ya Şaxa Hejmara 1’an a li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê hemû gelan ê" dinivîsand hat daliqandin. Endam û rêveberên sendikayê jî di daxuyaniyê de amade bûn.    Daxuyanî ji aliyê Endamê Lijneya Şaxa Egîtîm Sen a Amedê ya Hejmar 2’yan Fesîh Zîrek ve hat xwendin. Zîrek, bi lêv kir ku ziman nasnameya gelan e û ji bilî zimanê zikmakî tu zimanek nikare bibe weke zimanê zikmakî ya kesekê/î. Zîrek, girîngiya perwerdeya zimanê dayikê destnîşan kir û axaftina xwe wiha domand: "Lewma di Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî ji yek binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezin tê hesibandin. Ji bo pêşketinên civakî û aborî yên welatekî, divê derfetên ku qirnê nuh karibin bi gencîneyên çand û zimanê xwe mezin bibin, bêne avakirin. Bi vî rengî pêşvebirin û xwepêşxistina civakê pêkan e. Lewma desthilatdaran ji bo rê li ber guherîn û pêşxistinên civakî bigrin, berên xwe dane perwedehiyê û gencîneyên çandî. Pê re jî perwerdehî û hînbûyina ji bilî 'zimanê fermî' qedexe kirine."    'QEDEXEKIRINA ZIMAN BANDOR LI SER HERKSÎ DIKE'   Di berdewama axaftina xwe de Zîrek diyar kir ku bi qedexekirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina mafê perwerdehiyê xapandin e û wiha pê dê çû: "Li welatê me bi taybetî zarokên zimanê wan ên zikmakî Kurdî, Erebî, Lazî, Ermenî, Hemşînî, Çeçenî, Suryanî û hwd. ye ji zimanê xwe tê qutkirin. Qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî bandorê li her kesî bike jî bêtir bandorê li ser zarokan dike. Ji aliyê zimanzaniyê, perwerdehiya zanistî, pedagojî û însanî ve girîngî û pêwistiya zimanê zikmakî ji bo zarokan dîyar e. Bêparhiştina ji vî mafî ya zarokan encamên neyînî bi xwe re tîne û bandorek jiyanî ya neyînî li zarokan dike. Ev ne qeder e, divê ev bê guherîn. Weke Egîtîm Senê em dibên; çawa ku me di rêziknameya xwe de jî diyar kiriye, li ser vê xakê divê hemû gel bi zimanê xwe ê zikmakî perwerdeyê bibînin. Ji bîlî vê tu çareseriyên din nabin bersiv ji bo jiyandina zimanan."    PIRSGIREKÊN DERSÊN BIJARTE   Zîrek balkişand ser dersên bijarte û pirsgirêka dersên bijarte wiha diyar kir:   * Rêvebir û burokrat bi xebatên ku dikin pêşî li ber digirin ku ev ders bêne bijartin.   * Heman kes ji bo ku ji bilî van dersan, dersên din ên ku rêveberiyên dibistana diyar dikin bêne bijartin têkoşîneke mezin didin.   * Di tijekirin û gihandina daxwaznameyan de gelek pirsgirêk derdikevin.   * Dema ku ders tên bijartin jî bi sedama ku mamosteyên van dersan tune ne ev vebijêrk tên piştguhkirin û dersên din têxin şûna wan.   * Ji aliyê wezaretê ve bi qasî hewcedariyan mamoste nayin girtin. Weke mînak sala par tenê 3 mamoste hatin girtin.   * Amadekariya materyalan û tiştên dîtir nayê kirin.   * Xebatek ji bo teşwîqê naye kirin. Mirov dikare gelek xalên din jî li van zêde bike lê yên bingehîn ev in.”   Em ji niha de hemû rêvebiran hişyar dikin ku li gor rêgezan tevbigerin û tenê peywira xwe bikin. Her nerazîbûnên li ser van mijaran bên ber destê me, em ê heta dawiyê şopdarê wan bin û ji aliyê hiqûqî ve jî em ê dozê li wan kesan vekin.”