Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede 2023-01-11 18:54:11   STENBOL - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci piştî biryara tehliyekirinê ji girtîgehê derket.     Danişîna doza Seroka Konseya Rêveber a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, hat lidarxistin. Dadgehê bi heman îdiayê 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Fîncanciyê birî û biryara tehliyekirinê da. Piştî biryara berdanê jî Fîncanci ji Girtîgeha Bakirkoyê a Jinan derket. Fîncanci, bi coeşeke mezin hat pêşwazîkirin.   Fîncanci piştî ji girtîgehê derket, li ber girtîgehê daxuyanî da.    Fîncanciyê bal kişand ser eleqeya rojnamevanan û got: "Ên nûçe çênekirin, deng ji xwe dernexistin em wan datînin aliyekî." Fîncanci wiha axivî: "Me çi dîtibe, rastî çi be me ew got. Ev berpirsiyariya me parêzvanên mafên mirovan e."   'ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN'   Fîncanci bertek nîşanî cezayê lê hatiye birîn jî da û got: "Ji bo pêşîgirtina li hemû çekan, ji bo qedexekirina bikaranîna wan û jibolêrakirina wan çi ji destê me bê em ê bikin. Ji lew re divê mirov tenê mirovan esas negire. Pêşîgirtina li ber hemû tiştên ku zirarê didin gerdûna me berpirsiyariya me hemûyan e."    Fîncanciyê diyar kir ku dê têkoşîna wan bidome û got ku ev têkoşîn dê neqede.