ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-12 09:00:15     * Rêveberên odeyên çandinî û plansaziya bajêr ên şaxên Amedê diyar kirin ku ji bo "projeyên" ku bi awayekî fermî li Baxçeyên Hewselê nayên kirin, rê û rêbazên nefermî hatine bikaranîn û burokratên ne ji vî bajarî ne li bîra civakê ya bajêr talanê pêk tînin.    * Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker ragihand ku TBB'yê serlêdana baroyan a der barê qedexekirina hevdîtinê ya li Îmraliyê de daxilî rojeva xwe kiriye û nivîs ji Wezareta Dadê re şandiye. Şeker got: "Lê em nizanin bê ka bersivek hatiye yan na."    * Nûnerên partî û rêxistinan ên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo mitînga ku dê di 15'ê Çileyê de li dar bixin bang kirin û gotin: "Werin em hêviyê biqîrin."    * HES, bendav û kanên madenan gefê li Dêrsim dixwin. Hema bibêje Dêrsim her roj bi projeyên rantê pêşkêşî şîrketên madenan tê kirin.    * Dadgeha Îstinafê sal û 6 meh û 22 roj cezayê ku li rojnamevan Abdurrahman Gok ê ku wêneyên dema qetilkirina Kemal Kûrkût girtibûn, erê kir.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 674’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê 18 jê girtî 89 siyasetmedaran de bi hinceta çalakiyên Kobanê fînansekirine hatiye vekirin, wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin dê di roja 16’emîn de berdewam bike. (11.00)   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, dê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê wê têkildarî qeyrana aboriyê li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyê bide. (12.30)   * Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo mitînga ku dê di 15’ê çileyê de li Qada Kartalê li dar bixin, wê ji bo beşdariya mitîngê li navçeya Kadikoyê belavokan belav bikin. (15.00)   * Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Enqereyê wê rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Jinan a Sîncanê li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (18.30)   * Komîsyona Têkiliyên bi Partiyên Siyasî û STK’yan re ya HDP’ê, wê bi tevlibûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan, li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Stenbolê bi komeleyên herêmî re bicive. (19.00)