Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye 2023-01-12 09:03:34   AMED - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker ragihand ku TBB'yê serlêdana baroyan a derbarê qedexekirina hevdîtinê ya li Îmraliyê de daxilî rojeva xwe kiriye û nivîs ji Wezareta Dadê re şandiye. Şeker got: "Lê em nizanin bê ka bersivek hatiye yan na."    Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ne nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin. Li gel vê hewldanên rêxistinên hiqûqê yên li dijî tecrîdê jî didomin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), serî li baroyên Amed, Şirnex, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Êlih û Mêrsînê dabû. Di serlêdanê de hatibû xwestin ku qedexeya li be rhevdîtina parêzeran a bi muwekîlên wan re bê rakirin. Piştî vê hin baroyan ji bo Ocalan karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) dabûn. Hat hînkirin ku TBB têkildarî mijarê tevgeriyaye û nivîs ji Wezareta Dadê re şandiye.    Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker ku pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên têkildarî mijarê bersivandin, ragihand ku TBB, piştî serlêdanên baroyên Amed, Şirnex û Wanê serî li Wezareta Dadê daye.    BERXWEDANA ÎMRALIYÊ   Şeker bibîr xist ku piştî 25'ê Adara 2021'ê ku bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatibû, tu xeber ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin û got ku bi vê re tecrîd veguheriye tecrîdeke mutleq. Şeker destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê li dijî hêzên navdewletî ku duxwazin di şexsê Ocalan de tevgera siyasî ya kurd tasfiye bikin û li dijî zext û çewisandinên dewleta Tirkiyeyê li ber xwe dide.    ‘BÊPÊWENDIYEKE MUTLEQ'   Şeker destnîşan kir ku bi vê berxwedana Ocalan re tecrîd jî giran bûye û wiha pê de çû: "Bi taybetî piştî hevdîtina bi telefonê ya bi birêz Ocalan re, di civakêde tecrîd pir tê hîskirin. Em wisa yeqîn dikin ku gava tecrîd bê nirxandin divê bi awayekî yekpare bê nirxandin. Ji lew re çi siyasî, çi civakî û çi jî hiqûqî gelek hêlên wê hene. Ev yek, hem di qanûnên Tirkiyeyê de hem jî di normên hiqûqa navneteweyî de wekî îşkenceyê tê pênasekirin. Ji lew re em di raporên CPT'yê de jî vê yekê dibînin. Em behsa tiştekî pir astbilind dikin. Tecrîd kûr bûye û bûye tiştekî mutleq."    NAMEYA JI CPT'YÊ RE   Şeker bal kişand ser daxuyaniya Buruya Hiqûqê ya Asrinê jî ku gotibû "Me bihîstiye ku birêz Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re ku di Îlona 2022'yan de serdana Girava Îmraliyê kiriye, qebûl nekiriye" û wiha axivî: "CPT, piştî serlêdana nêzî 2 hezar parêzeran tiştekî wiha kir. Ev heta cihekî girîng bû ji bo me. Lê paşê rewşa heyî cardin domand. Ev nayê qebûlkirin. Di nava 2 hezar parêzeran de, hiqûqnasên ji welatên cuda hebûn. Me biryar girt ku ev hiqûqnas cardin vê yekê binirxînin. Da ku em nexşerêyekê diyar bikin. Em ê cardin li hev kom bibin. Cardin namey ji CPT'yê re hat şandin. Cardin bang li wê hat kirin. Niha em li benda encama vê ne. Em ê mêze bikin bê ka wê CPT reflekseke çawa nîşan bide."    TBB TEVGERIYA   Şeker bibîr xist ku demek berê serî li gelek baroyan dane û got ku piştî vê hin baroyan serî li TBB'ê daye. Şeker da zanîn ku di serlêdanan de hatiye gotin ku bê çima hevdîtin tê qedexekirin û wiha domand: "Em rasterast hevdîtinê bi TBB'ê re dikin. TBB, daxwazanameya sê baroyan a ji bo hevdîtinê nirxand û têkildarî vê nivîs ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê re şandiye. Agahiyek wiha bi dest me ket. Daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê me ev agahî wergirt. Bi qasî ku em pê hesiyane, ji Wezareta Dadê hatiye prisîn ku çima hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin. Lê em nizanin bê ka ji Wezareta Dadê bersivek hatiye yan na. Em ê di rojên pêş de vê jî bişopînin."    TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ   Şeker di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hevdîtin ji ber berterefkirina rêgeza "serdestiya hiqûqê" tên astengkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo pêkanîna hevdîtinan tevdigerin. Ji bo jiholêrakirina vê bêhiqûqîtiyê em ê hin bernameyan li dar bixin. Hem li welêt hem jî li derveyî welatê me hin bername amade kirin. Divê bê zanîn kur qesda me ya ji etcrîdê tenê ne hevdîtian bi birêz Ocalan re heye. Heya hemû pêkanînên li wir ji nedîtî ve bên, dê bandorê li tevahiya civakê bike. Li girtîgehan, li kuçe û kolanan, li malên me, li saziyên me û karê me xwe dide der. Sîrayetî tevahiya qadên jiyanê kiriye. Em bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Lewma divê her kes xwe bide ber vî barî. Em ancax bi têkoşînê dikarin pergala demokratîk ava bikin."    MA / Rûken Polat