Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin 2023-01-12 10:02:15 WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji ber binpêkirinên weke destavêtin, tacîz, desteserkirin û tundiya li ser penaberan nayên cezakirin rê li ber sûcên nû vedike û got: "Divê penaber weke welatiyên pileya duyemîn neyên dîtin.”    Her sal bi milyonan kes ji ber şer, alozî û feqîriyê neçar dimînin terka welatê xwe dikin û dikevin ser rêyên koçberiyê. Afganistana ku ket bin kontrola Talîban, yek ji wan welatan e ku herî zêde koçberî lê çêdibe. Di du sê salên dawî de bi hezaran kes dest ji Afganistanê berdidin û tên di sînorê bajarê Wanê re derbas dibin û berê xwe didin ser rêyên welatên Ewropayê. Penaber dema dikevin rê, bi gelek binpêkirinên mafan re jî rûbirû dimînin. Li ser xeta sînor hem leşker hem jî bazirganên mirovan, îşkence, tecawiz û tacîzê li penaberan dikin. Her wiha penaberan dişêlînin. Gelek penaber li ser xeta sînor ji ber îşkenca li wan tê kirin, jiyana xwe ji dest didin û her sal gelek penaber di mehên zivistanê de ji ber sermayê diqerisin û jiyana xwe ji dest didin.    Penaberên ku sînor derbas dikin jî bi heman sepanan re rûbirû dimînin. Herî dawî li navçeya Serava Wanê derketibû holê ku leşkeran tecawizî jinek penaber kiriye û du leşker ji ber bûyerê hatibûn girtin. Di 7’ê çile de li kontrola polîsan a li ser rêya Wan-Qelqeliyê bi îdiaya dolmîşek penaberan nesekiniye ji aliyê polîsan ve hatiye gulebarankirin û 2 penaberan canê xwe ji dest dane. Tevî van hemû binpêkirinan cihek ku wê penaber mafê xwe lê bipirsin û serî lê bidin tune ye. Sûcên tecawiz, tacîz, îşkence û binpêkirinên mafan ên din gelek caran bêceza tên hiştin.    Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz têkildarî pirsgirêkên penaberan ji ajansa me re axivî û li gorî Ozaraz dibêje bêcezahiştin rê li ber sûcên nû vedike.    POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ    Ozaraz da zanîn ku yên li dijî penaberan sûc dikin nayên cezakirin û wiha got: “Nexasim penaber bi ser Wanê re derbas dibin. Penaber dema sînor derbas dikin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Dema tên vir û tên tespîtkirin, wan dişînin Navendên Paşve Şandinê. Dema penaber tên desteserkirin û li navendan tên bicihkirin, bi bûyerên wek tecawizê û kuştinê re rûbirû dimînin. Lêpirsînên ji bo van bûyeran tên destpêkirin, hêdî tên birêvebirin. Cezayên ku didin yên sûc dikin jî cezayên sivik didin.”    'JI BER WESAYÎT NASEKINE TU NIKARÎ GULEBARAN BIKÎ’    Ozaraz destnîşan kir ku pêwîste muameleya li gorî rûmeta mirovî ji penaber û koçberan re bê nîşandan û wiha axivî: “Penaber li van navendên paşve şandinê bi hin muameleyan re rûbirû dimînin. Ji ber ku bi ziman nizanin, alîkariya hiqûqî wernagirin. Ji hiqûqa bi bandor û di dema xwe de sûdê wernagirin. Her wiha dîsa gelek caran leşker û polîs penaberan dikin hedef. Helbet sînorek mudaxileya leşker û polîsan jî heye. Lê wek nîmûne, ji berk u wesayîtek nasekine, tê gulebarankirin. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Di vir de mafê jiyanê tê hedefgirtin.”    BIRYARA VEŞARÎ DANÎNE SER DOSYEYA TECAWIZÊ    Ozaraz destnîşan kir ku herî dawî li navçeya Seravê du leşkeran tecawizî penaber L.M., kirin û pişt re biryara veşarî danîn ser dosyeyê û wiha domand: “Li ser rêya penaberan bûyerên bi vê terzê diqewimin. Di demek nêzîk de li navçeya me ya Seravê bûyerek wiha qewimî. Em daxilî bûyerê bûn lê belê ji ber biryara veşarî me agahiyên zelal negirtin. Dixwazin bûyerên bi vî rengî ji raya giştî veşêrin û lewma biryara veşarî datînin ser dosyeyê. Ji ber biryara veşarî em nikarin xwe bigihînin esasê dosyeyê. Xeteriya bûyerê girîng e. Dixwazin bûyerê ji me bidin veşartin, ev nêzîkatiyek rast nîne.”    MIRINA 2 PENABERAN    Ozaraz anî ziman ku ji bo ew bûyera 2 penaberên li ser rêya Wan-Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan bişopînin û lêkolîn bikin çûne cihê bûyerê û lê agahiyên zelal bi dest nexistine û wiha got: “Em çûn cihê bûyerê me lêkolînan pêk anîn. Lê dema em çûn penaberan ji wir biribûn. Lê belê du cenaze bi saetan li ser rê hatine sekinandin. Piştî me li ser wesayîtê lêkolîn kir, bi rayedaran re hevdîtin kir. Me tespîtek ku sîleh hatine bikaranîn, tespît nekirine. Li gorî agahiyên me bi dest xistin, polîsan ji nêz ve wesayîtê şopandiye û di kêliya şopandinê de mudaxile kirine û ev rewş qewimî ye. Lê belê me raporên otopsiyê wernegirt. Em nikarin tiştek zelal bêjin. Ji berk u di dosyeya lêpirsînê de kêmasî hene, me rastiya bûyerê zelal nekir.”    MUAMELEYA LI HEMBERÎ PENABERAN    Ozaraz destnîşan kir ku penaber li Tirkiyeyê wek muameleya “welatiyên pileya duyemîn” tên dîtin û got: “Em neçarin ku alîkariyê bidin penaberan. Divê nêzîkatiya rayedarên vî welatî li hemberî penaberan bi nêzîkatiya muameleya welatiyên pileya duyemîn nebe. Beriya her tiştî ew mirov in û divê em bi mantiqa ku ew jî kes in nêzî wan bibin.”    MA / Bêrîvan Kûtlû