Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn 2023-01-12 11:50:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî xwest ku “Peymana Şengalê” ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire, were pêkanîn.    Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û şandeya pê re, serdana paytextê Iraqê, Bexdayê kirin û bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî re civiyan. Di parvekirinên li ser hesabên medyaya dîjîtal ên Mesrûr Barzanî yên têkildarî hevdîtinê hatin kirin de, hate gotin ku Peymana Şengalê ku destkeftiyên êzidiyan dike hedef, hatiye rojevê. Hate diyarkirin ku Barzanî xwestiye Peymana Şengalê were pêkanîn.    PEYMANA ŞENGALÊ   PDK’ê û Serokwezîrê Iraqê yê berê Mûstafa Kazimî di 9’ê Cotmeha 2020’an de “Peymana Şengalê” îmze kir. Bi peymanê re dihat plankirin ku hêzên herêmî yên Şengalê ji Şengalê bên derxistin, PDK paş ve vegere Şengalê û hêzên Iraqê li Şengalê werin bicihkirin. Peyman rastî berteka şênî û rêveberên Şengalê hat.