Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû 2023-01-12 14:05:12   ENQERE - Di danişîna doza bi îdiaya çalakiyên Kobanê “finanse kirine” hatiye vekirin de ji ber SEGBÎS xera bû, navber dan danişînê.    Danişîna duyemîn a doza derbarê 19 jê girtî 89 kesan de ku bi îdiaya çalakiyên Kobanê yên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de "fînanse kirine" hatibû vekirin, li Eywana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Danişîn ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 18'an a Enqereyê vê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê," "avakirina rêxistinê" û "birêvebirina rêxistinê" tê lidarxistin. Hin parêzer û girtî di danişînê de amade bûn. Hin girtî û parêzer jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Parêzer di danişînê de axivîn û di aliyê miwekîlên xwe de daxwazên derdest, bêrayetî û dubarebûyî anîn ziman. Parêzeran dan zanîn ku heke miwekîlên wan ên ne girtî dizanibin ku wê dadgeh derbarê wan de biryara girtinê nede û ango bi şertê kontrola edlî wan berde dê di danişînê de amade bin.    Li Edliyeya Amedê SEGBÎS xera bû û ji ber vê yekê navber dan danişînê.    Piştî navberê dê dadgeh derbarê daxwazên parêzeran de biryar bide.