ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-13 09:00:30     * Hevseroka PADÊ Hesen Hecî anî ziman ku ji bo naskirina Xweseriya Şengalê bi Bexdayê re hevdîtin kirine û wiha got: “Hevdîtin erênî derbas bûn. Daxwaza şengaliyan ew e ku statûya wan were naskirin, ew bi xwe Şengalê biparêzin û biryaran ew bi xwe bidin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî em ê têbikoşin."    * Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê di 15’ê çileyê de 4’emin kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy ji bo beşdarbûna kongreyê bang li gel kirin û gotin: “Werin em bi hev re têkoşîna xwe bilindtir bikin.”   * Şêniyên Wanê nerazîbûna xwe ya ji bo blokekirina hesabê xezîneyê yê HDP'ê anîn zimên û gotin: "Ma berê alşkariya xezîneyê hebû? Heya em hebin, dê HDP li ser pêyan be."   * Hat diyarkirin ku li navçeya Qubînê cerdevan Ahmet Sevîmê 54 salî, zaroka 14 salî li xwe mar kiriye û zarokê hepsî malê kiriye û nahêle hevdîtinê bi kesî re bike."    * Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kir ku "gitşînameya nû" ya Wezareta Dadê ya ji bo girtiyên nexweş, tu çareseriyê di xwe de nahewîne û got ku mirinên li girtîgehan rû didin êdî divê wekî "cinayetê" bên nîqaşkirin.    * Rojnameger Ahmed Muhammed “Operasyona Birûska Cizîrê” ya HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê nirxand û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê çiqas zêde bibin, DAIŞ jî ewqas mezin dibe.”   * Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Mêrsînê raporek derbarê Girtîgeha Aksarayê de amade kir û diyar kir ku mafên bingehîn ên girtiyan tên astengkirin û rêveberiya girtîgehê li ser pirsa, “Derbarê Abdullah Ocalan de çi difikirî” nirxandina “halê baş” dike.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 676'emîn de berdewam bike    * Danişîna doza endam û rêveberên DÎAYDER'ê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna doza rêveberên Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê ku bi hêceta xelat dane Jin TV hatiye vekirin dê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * Weqfa Aştiyê bi banga "Dengê me ji aştîxwazaran re ye" dê li otêlek Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)   * Rêxistinên elewiyan têkildarî binçavkirina Sezgîn Kartal dê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê çalakiya protestoyê li dar bixin. (10.30)   * Çalakiya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di roja 17'emîn de berdewam bike. (11.00)    * ÎHD'a Enqereyê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn dê rapora sê mehan eşkere bike. (12.00)   * Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo banga beşdariya mitînga 15'ê çile dê li Qada Kartalê bê lidarxistin, li navçeyên cuda yên Stenbolê belavokan belav bikin. (12.00-14.00)   * Komeleyên çand û ziman dê li Amed, Êlih û Cizîrê şahiyên Serê Salê li dar bixin. (13.00-20.00)