Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin 2023-01-13 11:58:01   EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê ji bo komkujiya duyemîn a Parîsê were ronîkirin, ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand.    Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F’yê ji bo êrişa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa Fransayê, name ji Konsolosxaneya Fransayê re şand. Girtiyan xwest komkujî were ronîkirin û bê lêkolînkirin. Ji girtiyan Mazhar Guler bi rêya malbata xwe daxwaznameya ji konsolosxaneyê re şandine bi raya giştî re parve kir.    ‘BILA KOMKUJÎ BÊ RONÎKIRIN’    Girtiyên ku di 2’ê çile de ji Konsolosxaneya Fransayê re name şandin û wiha gotin: “Em bi tifaqa AKP-MHP’ê ku ji hev ketiye, her kesî tune dihesibîne û dijminatiya gelê kurd dike re rû bi rû ne. Ev tifaq bi taybetî li dijî gelê kurd qetlîaman dike. Êrişî hemû nirxên gelê kurd dike. Hemû cîhan li dijî vê fermana hovane ya ku bi çeteyên ku li Tirkiyeyê û li çar aliyê cîhanê ve êrişî gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd dike, bêdeng dimîne. Tirkiye şirîkê qetilkirina 3 hevalên ên li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê ye. Em baş dizanin ku li pişt perdeya vê êrişa tarî hêzek heye. Ji bo kesên ku beşdarî van êrişan bûne fermana êrişê dane bên eşkerekirin, di bin berpirsiyariya Fransayê de ye. Heke qetlîamê ronî nekin û dernexin holê wê Fransa jî şirîkê vê komkujiyê be. Şêwaza 'ji kê berjewendiyên xwe derxim, ez ê wisa tevgierim’ ya dewletên Ewropayê ji bilî helwestek bêexlaqî tu tiştek din nîne. Weke parêzvanên van nirxan em vê helwest û nêrînê bi tundî şermezar dikin û dewleta Fransayê vedixwînin ronîkirina paşxaneya komkujiyê."