Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê 2023-01-13 13:31:24   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê ji bo danişîna ku dê di 17’ê çileyê de were lidarxistin banga tevlibûnê li parlamenterên AKP’î kir û wiha got: “Bila werin û ji şahidan gundar bikin bê ka hevaldozên wan komkujiyeke çawa kirine.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 676’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li pêşiya edliyeyê pankart daliqandin û nobeta xwe domandin.    'JI HÊLA SEROKKOMAR VE TÊ PARASTIN’    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de diyar kir ku divê hemû kesên qala hiqûq û edaletê dikin bên pêşiya Edliyeya Rihayê û wiha got: “Tevahiya gelê Rihayê êşa dayika min dikişîne. Yê ku komkujî pêk anî, parlamenterê partiya îktîdarê ye. Ev parlamenter ji hêla Serokkomar ve tê parastin. Tevahiya xelkê Rihayê jî şahidê vê komkujiyê ye. AKP li seranserî Tirkiyeyê dengan winda dike. Dê herî zêde jî li Rihayê winda bike. Em mafdar in û daxwaza me daxwazeke hiqûqî ye. Em nobeta xwe di çarçoveya sînorên hiqûqê de didomînin.”    BANG LI PARLAMENTERÊN AKP’Î KIR   Bi domdarî Şenyaşar destnîşan kir ku doza têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê dê di 17’ê çileyê de li Meletiyê were lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Em li bendê ne ku hemû nûnerên partiyên siyasî yên ku di rêziknameya partiya wan de qala edaletê tê kirin bên Meletiyê. Parlamenterên îktîdarê jî di nav de. Bila parlamenter bên û li şahidên fermî guhdar bikin bê ka hevaldozên wan komkujiyeke çawa kirine.”