Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin 2023-01-13 15:15:49   STENBOL - Çûna derveyî welat a Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul bi hêceta “astengiya îdarî” hat astengkirin.    Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ji bo beşdarî şahiya piştevaniya CAN TV a li Londrayê bibe, çû Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê. Polîsan çûna Bulbul asteng kirin. Polîsan bi îdiaya “astengiya îdarî” derketina derveyî welat a Bulbul asteng kirin.    ‘ASTENGÎ NÎŞANEYA TÊKÇÛNA WAN E’    Bulbul têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û bi bîr xist ku ew berê jî bi rewşek wiha re rûbirû maye û lê di encama têkoşîna hiqûqê de astengî hatiye rakirin. Bulbul da zanîn ku ew di 22’yê kanûnê de çûye Parîsê û bi pirsgirêkek wiha re rûbirû nemaye û lê îro ew bi vê pisgirêkê re rûbirû maye. Bulbul got li Balafirgeha Stenbolê astengiyek wiha li pêşiya wî nîne û lê li Balafirgeha Sabîha Gokçenê astengiyek wiha heye.    Bulbul anî ziman ku ev astengî têkçûna AKP’ê nîşan dide û got: “Ev mantiqa ku çûna me asteng dike, mantiqa çetebûna ku li Îmraliyê tecrîdê disepîne û mafê siyasetê qedexe dike ye. Ez li Serokê Meclisê Mustafa Şentop geriyam lê telefona min venekir. Êdî pir eşkere tê xuyakirin ku dawiya vê çeteyê tê.”