Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye 2023-01-14 09:02:42   COLEMÊRG - Geveriyan nerazîbûna xwe ya ji bo blokekirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê anîn ziman û gotin: “Xezîneya me ya herî mezin dil, ruh, partî û vîna me ye. Me minet bi tu qurûş pereyê wan nîne."   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, hesabên alîkariya xezîneyê yên Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) bloke kiribûn. Bertekên li dijî vê didomin. Xelkê Gevera Colemêrgê diyar kirin ku ev biryar dê bandorê li partiya wan neke û gotin ku xezîneya wan a herî mezin vîna wan e.   Welatiyê bi navê Siddik Tamûr diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dê bi van polîtîkayên xwe yên li hemberî partiya wan tu carî negihîje armanca xwe. Tamûr bilêv kir ku partiya wan bi berxwedan û vîna gel, li Tirkiyeyê bûye partiya sêyan a herî mezin û wiha axivî: “Li welatekî ku behsa demokrasî û azadiyan tê kirin, ne mimkûn e ku partî bên girtin û alîkariyên xezîneyê bên desteserkirin. Li welatên ku pêkanînên bi vî rengî tên jiyîn, ev yek lawaziya wî welatî nîşan dide.   DÊ NEGIHÊN ARMANCA XWE   Hikûmeta AKP û MHP’ê dê bi van rê û rêbazan negihîje armanca xwe. Hikûmeta AKP-MHP'ê her çi qas hewl dide lawaziyên xwe, bi van pêkanînên xwe yên li ser partiya me binixumîne jî, lê wê bi ser nekeve û di hilbijartinê de, dê têk biçe. Em bi van destkeftiyên xwe ne deyndarê xezîneyê ne, deyndarê berxwedan û têkoşîna xwe ne. Partiyeke ku têkoşîna azadî û yekîtiyê ya gelan dimeşîne di aliyê aborî de nayê astengkirin.”   ‘ME MINNET BI PEREYÊ WAN NÎN E’   Fatma Temelê jî anî ziman ku kes nikare partiya wan bigre û wiha got: “Bila dest deynin ser pereyan, ev partî bi hewldan û têkoşîna ku ji berê ve li ser milê gel hatiye meşandin hatiye vê astê. Alîkariya xezîneyê ya ku hatiye dayîn bi hezaran caran jî were desteserkirin an jî partî bên girtin em ê tu carî dest ji berxwedan û vîna xwe bernedin. Encam çi dibe bila bibe ,gel yê her tim bi partiya xwe re be. Me minnet bi pereyê wan nîn e. Her wiha em ne muhtacî pereyên wan in û ne jî hewcedariya me bi wan heye. Ger hewce bike em ê ji bo wan pereyan kom bikin, pêwîstiya me bi pereyê kesî nîn e. Xezîneya me ya herî mezin vîna me û piştgiriya gelê me ye. HDP partiya vîna gel e, ne ya pereyan e. Em ê heta dawiyê vîna xwe biparêzin û dê yê poşman jî ew bin.”   ‘TENÊ NANEK MIN JÎ MABE EZ Ê BI PARTÎYA XWE RE PARVE BIKIM’   Fîkret Akiş jî bal kişand ser wê yekê ku ji HEP'ê heta HDP'ê tenê di 10 salên dawî de alîkariya xezîneyê hatiye dayîn û got ku tu HDP'yî ji bo “berjewendî û pereyan” naxebitin. Akiş bi lêv kir ku hemû HDP’yî bi dildarî ji partiya xwe re dixebitin û wiha axivî: “Em vê têkoşînê ji bo çend qurûş pereyan nakin. Heke li mala min tenê nanek jî mabe, ez ê wî nanî jî bînim bi partiya xwe re parve bikim. Hemû hebûn û ruhê AKP û MHP’ê ji bo yekdengî heye. Heger di vê hilbijartinê de dengê wan nebe, hemû jiyan, hebûn û giyanê wan têk diçe. AKP-MHP, HDP partiyeke weke xwe dihesibînin, lê şaş in. Têkoşîna xwe ya pereyan bi têkoşîna rûmetê ya HDP'ê re tevlihev dikin. Alîkariya xezîneyê nedin jî, ger hewce bike em ê çêleka xwe ya dawî bifroşin û ev têkoşîn li ku mabe em ê ji vir de wê bidomînin. Ev bi derfetên dewletê hewl didin ku desthilatdarî û zilma xwe bidomînin. Lê bila baş bizanin ku yê têk biçin.”   ‘XIZÎNEYA HERÎ MEZÎN DIL Û RÊXISTINA ME YE’   Cemal Savaşan destnîşan kir ku HDP xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya 100 salî ye û got ku bingehên dîroka têkoşînê ya 100 salî bi pereyê xezîneya dewletê lawaz û berovajî nabe, berkesê wê xurttir bibe. Savaşan got: “Di têkoşîna partiya me ya 100 salî de tenê ev çend sal in ji aliyê dewletê ve alikariya xezîneyê tê dayin. Xezîneya me ya herî mezin dil, ruh, rêxistin û vîna me ye. Bi piştgirî û bê piştgirî em ê partiya xwe bi pêş bixin û têkoşîna xwe bidomînin. Me minnet bi pereyê wan nîn e. Yên ku hewcedariya wan bi pereyan heye û ji bo pereyan dixebatin ew in. Pereyê wan ji wan re bi xêr be, ger pereyê wan kêm be em ê bidin wan. Xezîneya me têra her kesî ye. Hêz û îradeya dilê me dê wan têk bibe.”   ‘ME MINNET BI KESÎ NÎN E’   Herî dawî welatiyê bi navê Osman Arslan jî diyar kir ku HDP partiya xizanan e û ger hewce bike yê ev gelê xizan bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide partiya xwe û wiha got: “Ev gelê feqîr hewce bike dê penîrê mala xwe jî bifiroşe û dê xwedî li partiya xwe derkeve. Hewcedariya me bi tu kesî tune, ew minneta me dê bikêşin. Partiya me partiyeke li ser îradeya gelê xwe ye. Ew çi bikin, yek kes jî mabe, em ê biçin ser sindoqan û vê desthilatê têk bibin û bişînin.”