Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin 2023-01-14 12:38:30   ENQERE - Midura Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yûrtsever, diyar kir ku kamerayên li hewşê hatine bicihkirin odeyan dibînin û anî ziman ku ji îtîraza vê re hate kirin bersiva “Kes we temaşe nake” hatiye dayîn.    Midura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di 29’ê cotmehê de bi nûçegihanên MA’yê û JINNEWSÊ re hatibû girtin û ji wê rojê ve li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin binpêkirinên mafan ên diqewimin ragihandin. Yûrtsever, da zanîn ku kamerayeke ku odeya wan dibîne heye û anî ziman ku îtîraza ku li dijî vê kirin bêencam maye. Yurtsever, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kamerayeke ku nava odeya min dibîne heye. Ji hewşeke wêdetir dinêre. Min daxwazname nivîsand û îtîraz kir. Lê dema li min vegeriyan gotin ‘kamera heye lê kes we temaşe nake’. Min ji wan re got nava odeya min tê dîtin ev yek binpêkirina maf a qada min a taybet e û qada min a tevgerê bisînor dike.”   JI KAMERAYÊ RE PARASTINA ZAROKAN!   Yûrtsever, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ji îtîraza wê ya duyemîn re bersiva “Ev kamera ji bo parastina zarokan e” daye û ev tişt gotin: “Ji min re gotin bixwazî dikarî tiştekê bi camê ve bikî. Ji bo ku tiştekî deynim ber wê camê, divê ez hemû afirînerîya xwe bi kar bînim. Parastina zarokan zêde samîmî nîne. Ew zarokên ku divê êdî ne li vir bin, çawa dikarin werin parastin! Mîna ku li kolanên ku her der bi kamerayên li derve tijî ye, nikarin wan biparêzin.”   Yûrtsever, da zanîn ku serlêdanên di çarçoveya mafê hevdîtinê de hatine kirin hemû hatine redkirin û wiha ev agahî dan: “Hevalên ku em ji bo hevdîtinê dinivîsîn hemû tên redkirin. Du hevalên ku min ji bo hevdîtinê nivîsandibûn hatin redkirin. Yên Ceylanê (Ceylan Şahînlî), yên Bêrîvanê (Bêrîvan Altan) û Oznûrê jî (Oznûr Deger) hatin redkirin lê heta niha ji Habîbe re (Habîbe Eren) jî bersiv nehatiye dayîn.”    LI GIRTÎGEHÊ QEDEXEYA SOHBETÊ   Yûrtsever, anî ziman ku li girtîgehê dema aktîvîteyên civakî de bi qedexeya sohbetê re rû bi rû dimînin û got: “Dema em derdikevin sporê gardiyan ji me re dibêjin ‘li rex hev nemeşin’ , ‘meş qedexe ye’. Em bi qawişeke din re derdikevin sporê. Me jî ji wan re got meş jî sporeke. Wan jî ji me re got ‘dema hûn dimeşin hûn sohbetê dikin’. Di spora ku aktîvîteyeke civakî ye de em bi hişmendiyeke dibêje bi sporê civakî nebin re rû bi rû ne. Me ev rewş dema qûrsê de jî jiya. Ragihandin tê qedexekirin.”