Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin 2023-01-14 13:55:53 ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Omer Sûngûr ê di şerekî li Çiyayê Gabarê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû li Cîzîrê hate veşartin. Li aliyê din sê cenazeyên ku li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin jî ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin.    Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di şerekî beriya 5 rojan derketibû de 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hate hînbûn ku rayedaran duh agahî daye malbata yek ji endamê HPG’ê Omer Sûngûr (Hogir Botan) ê jiyana xwe ji dest dayî. Malbata Sûngûr ku çû morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyê lawê xwe teşhîs kir. Malbatê piştî kirariyan cenazeyê Sûngûr wergirt û bi şev bi polîsan re li Goristana Asrî ya Cizîrê veşart. Ji bo Sûngûr li Mêrsîna ku malbata wî lê dijî şîn hate danîn.    Endama YJA STAR’ê Menîce Ozkan (Evrîm Sumbul) a di heman şerî de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê, endamê HPG’ê Mûstafa Bayindir (Şervan Çiya) li Êlihê û endamê HPG’ê Mehmet Yilmaz (Rênas Serfiraz) li Amedê hatibûn veşartin.