Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket 2023-01-14 16:33:41   AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji ber ku Tîma Futbolê ya Jinan a Kîreçbûrnûspor derneket sehê, li ser biryara hakem Amedspor 3-0 bi ser ket.    Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di Koma B ya Super Lîgê ya Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe. Amedspor di hefteya 11'emîn de li seha xwe dê bi Tîma Futbolê ya Jinan a Kîreçbûrnûsporê re bihata miqabilî hev.    Lê ji ber ku Tîma Kîreçbûrnûspor derneket sehê, maç nehat lîstin û li ser biryara hakem Amedspor 3-0 bi ser ket.