Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê 2023-01-14 16:34:15   STENBOL - Cenazeyê Cafer Kûrt ê li dijî Girtîgehên Tîpên F’yê ketibû çalakiya rojiya mirinê û di 28’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Yewnanîstanê anîn Tirkiyeyê.     Cenazeyê Cafer Kûrt ê li dijî Girtîgehên Tîpên F’yê ketibû çalakiya rojiya mirinê û di 28’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû, ji paytextê Yewnanîstanê Atînayê ber bi bajarê wî Samsûnê ve hate oxirkirin.  Kûrt ê di 28’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da, li dijî pergala Girtîgehên Tîpên F’yê ketibû çalakiya rojiya mirinê. Ji ber çalakiyê di 19’ê kanûna 2000’an de êrişî girtîgehan hatibû kirin. Bi êrişê re gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.    Kûrt ê nexweşê Wernîka Korsakofê, duh bi şev bi merasîmekê ji Tirkiyeyê re hate oxirkirin. Cenazeyê Kûrt li Deriyê Sînor ê Îpsalayê ji aliyê malbat û dostên wî ve hate pêşwazîkirin. Kurt wê sibê li Goristana Asrî ya Bafra ya Samsûnê were veşartin.