Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye 2023-01-14 21:21:30 STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê sibê li Meydana Kartalê ya Stenbolê mitîng li dar dixe. Pêkhateyên Tifaqê xelkê Stenbolê vexwendin mitîngê.  Tifaqa Ked û Azadiyê sibê li Meydana Kartalê ya Stenbolê mitînga bi dirûşma "Em ji feqîrî, şer, zextan re bêjin bes e. Em bi hev re biguherînin" dê li dar bixe. Li gelek navçeyên Stenbolê ji bo beşdariya mitîngê belavok hatin belavkirin û xelkê Stenbolê bo mitîngê hat vexwendin.    Parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyên Stenbolê û pêkhateyên Tifaqê li navçeyên Bagcilar, Esenyûrd, Sancaktepe, Bahçelîevler, Gungoren belavokan belav kirin û xelkê vexwendin mitîngê.   Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û rêveberên HDP'ê serdana Komeleya Mûşiyan a li Avcilarê kirin û banga beşdariya mitîngê kirin.