Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin 2023-01-15 09:07:25   RIHA - Danişîna ewil a doza nexweşxaneyê ya Malbata Şenyaşar dê di 17’ê çile de li Meletiyê bê lidarxistin. Parêzerên malbatê banga beşdariya dozê kirin û gotin ew neçarin bibin piştevanê têkoşîna Emîne Şenyaşar.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were.    Lêpirsîna bûyerê cihê wek “êrişa li kargehê” û “êrişa li nexweşxaneyê” hat birêvebirin. Piştî komkujiyê 4 sal û 4 meh şûn ve îdianame hat amadekirin. Danişîna ewil a doza li ber nexweşxaneyê dê di 17’ê çile de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. Dê di çarçoveya dozê de 19 kes bên darizandin.    Parêzerên malbatê banga beşdariya dozê kirin.    Ji parêzerên malbatê Bulent Dûran diyar kir ku îktidara AKP’ê bi qetlîamê hilbijartinê qezenc kir û got: “Lewma ev komkujî komkujiyek siyasî ye. Di pêvajoyek em dîsa ber bi hilbijartinê ve diçin, doza komkujiyê ku beriya hilbijartina 2018’an pêk hatibû tê lidarxistin. Komkujî li ber çavê hemû rayedarên dewletê û xebatkarên nexweşxaneyê pêk hatibû.”   ‘KOMKUJÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’    Dûran da zanîn ku komkujî tenê ne cînayet bûye di heman demê de sûcê dij mirovahiyê ye û got: “Komkujiyek hovane pêk anîn. Pêvajoya lêprisîna komkujiyê bi saxlemî û bandor nehat kirin. Kujer, faîl hatin hatin veşartin û nehatin girtin. Fadil Şenyaşar ê ku mafê xwe yê rewa bikar aniye jî niha bi 37 salan hatine cezakirin. Çimkî îktidara siyasî viya daxwaz kir û daraza wan jî ceza da.”    DI  ENCAMA TÊKOŞÎNÊ DE DOZ VEBÛ    Dûran da zanîn ku di encama têkoşînek dûr û dirêj û bêwestan a malbatê de doz hatiye vekirin û lê doza ku hat vekirin ne daxwaza malbatê û ne jî daxwaza parêzeran pêşwazî nekir. Dûran anî ziman ku doznameya hatiye amadekirin ji bo xelaskirina kujeran e û hêza siyasî ya li pişt bûyerê tê parastin. Dûran anî ziman ku ji bo ew bibin piştevanê malbatê divê her kesê ku doza edaletê dike roja 17’ê mehê li ber Dadgeha Meletiyê be.    ‘BILA MALBAT XWE BI TENÊ NEBÎNE’   Ji parêzerên malbatê Serhat Kurt jî diyar kir ku ew ji roja dosye vebû û heta îro dixwazin ku her du dosye bibin yek û divê hemû rastiya bûyerê derkeve holê. Kurt anî ziman ku roja 17’ê çile divê hemû rêxistinên sivîl, partiyên siyasî ku xwedî wîjdan in xwedî li doza malbata Şenyaşar derkevin û ji bo malbat xwe bi tenê nebîne ew li benda her kesê xwedî hestiyar in kut ev li dozê bibin.    MA / Mujdat Can