Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin 2023-01-15 10:16:12   STENBOL - Beriya mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ku dê li Qada Kartalê li dar bixe, hinek rê ji trafîkê re hatin girtin.     Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê beriya mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku dê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin bes e. Bi hev re biguherînin” li Qada Kartalê bê lidarxistin, ragihand ku hinek rê ji trafîkê re girtine.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber mitîngê dê Cadeya Neyzen Tevfîk, Cadeya Hukumet Baba û Cadeya Savaronayê ji trafîkê re were girtin.     Rêbeja D-100, Bulwara Turgut Ozal û Cadeya Îstasyonê jî weke rêyên alternatîf hatin nîşandan.