Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin 2023-01-15 10:50:10 WAN - Dihat îdiakirin ku ciwanê bi navê Mazlum Taş li navçeya Şaxê ya Wanê ji zinar ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Lê belê derket holê ku Taniş, ji hêla bavê xwe Zubeyîr Taniş ve hatiye kuştin.    Ciwanê bi navê Mazlum Taniş (23), di 10’ê çileyê de li Taxa Arix a Şaxa Wanê li gel bavê xwe bizin diçêrandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatin girtin. Piştî xebatên lêgerînê, cenazeyê Taniş di 13’ê çileyê de li devereke çiyayî ya 5 kîlomîtroyan ji taxê dûr hate dîtin. Ji ewil hat îdiakirin ku Taniş ji zinaran ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Taniş ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.    Di rapora otopsiyê de derket holê ku Taniş bi çekê hatiye kuştin û piştre jî ji zinar hatiye avêtin. Li ser vê yekê Fermandariya Cendirmeyan a Şaxê ji bo îfadeyê bang li bavê Taniş, Zubeyîr Taniş kir. Taniş, di îfadeya xwe de got ku bi kurê xwe re nîqaş kiriye û li ser vê yekê jî kuştiye. Taniş, piştre sewqî dadgehê hate kirin û hate girtin.