Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat 2023-01-15 12:44:47 STENBOL - Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî di nav de, korteja ku bi dehhezaran kes tev li bûne ber bi Qada Kartalê ve meşiya.    Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin bes e. Bi hev re biguherînin” li Qada Kartal a Stenbolê mitînga xwe ya ewil li dar dixe. Hevserokên giştî, hevberdevk û serokan ên partiyên siyasî yên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, bi kortejekê ber bi Qada Kartalê ve dest bi meşê kirin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk,  ji Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Pelîn Kahîlogûllari, Julîana Gozen, Berdevkên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû û Dilşad Canbaz û endamên partiyên din di kortejê de cih girtin.    PÊKHATEYÊN HDP’Ê DI KORTEJÊ DE NE    Her wiha ji pêkhateyên HDP’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), SODAP, SYKP, Partiya Pêşerojê ya Çepa Kes jî di kortejê de cih girtin.    Li gel nûnerên partiyên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, her wiha HDP, TOP, EHP, EMEP, SMF û TÎP bi pankart û dirûşmên xwe weke kortejan ketin Qada Kartalê.    Korteja endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî kete qadê ku laçikên spî li xwe kiribûn û tililî avêtin. Girseya li qadê Dayikên Aştiyê bi çepikan pêşwazî kirin.    DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN    Dema kortej didomiya, ciwanên li qada mitîngê kom bûyîn li ber stranên kurdî govend gerandin. Ciwanan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 22 meh in tu agahî jê nayên girtin.    DIRÛŞMA CIWANAN: HEZAR SILAV BO ÎMRALIYÊ   Ji kedkaran heta karker, jin û ciwanan, bi deh hezaran kes tev li kortejê bûn. Meş, heta Metroya Marmarayê berdewam kir. Di dema kortejê de bi dehhezaran kesan dirûşmên “Ji bo kurdan azadî, ji bo Rojhilata Navîn aştî”, “Kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ne”, “Bijî berxwedana Îmraliyê", “Bê Serok jiyan nabe", Hezar silav bo Îmraliyê” û “HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e” berz kirin.    JIN BI TILÎLIYAN KETIN QADA MITÎNGÊ   Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li kortejê bûn, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin qada mitîngê. Mitîng, bi strana “Em kedkar in” a Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dest pê kir ku ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê nivîsandiye.