Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir 2023-01-15 14:04:41 STENBOL - Mitînga ewil a Tifaqa Ked û Azadiyê bi tevlibûna dehhezaran dest pê kir. Starta mitîngê bi strana Selahattîn Demîrtaş a “Em kedkar in” dest pê kir.    Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin bes e. Bi hev re biguherînin” li Qada Kartal a Stenbolê mitînga xwe ya ewil li dar dixe. Bi deh hezaran kes bi kortejan diherikin qada mitîngê. Mitîng, bi strana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş a bi navê “Em kedkar in” dest pê kir. Gotin û awaz aydê Demîrtaş in. Strana Demîrtaş, ji hêla Koma Dîcle Firatê ve hate gotin.   Stran, ji hêla Ahmet Yilmaz, Azad Bedran, Dîcle Daşçi, Mizgîn Turan, Rênas Berbir û Sosin Zaman ve hate strîn. Ji bo klîba stranê dîmenên çalakî û xwepêşandanên HDP’ê, pîrozbahiyên Newrozê û berxwedana karker û kedkaran hatin bikaranîn. Klîba stranê li ekrana mezin a li Qada Kartalê hatiye danîn hate pêşandan.