Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn 2023-01-15 16:58:51   AMED - Ji “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa, Yilmaz Yakut (Kalo) dema tedawiya penceşêrê didît jiyana xwe ji dest dabû. Yilmaz dê di yekemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe bê bibîranîn.    Di salên 90’î de ku cînayetên kiryarnediyar û windakirinên di dema binçavkirinê de zêde bûn, yek ji belavkarên rojnameyên Welat û Ozgur Gundemê jî Yilmaz Yakut (Kalo) bû. Yakut, par jiyana xwe ji dest dabû. Apê Mûsa belavkarên wê demê weke “Generalên min ên biçûk” pênase dikir. Yakut, di yekemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê tê bibîranîn. Yakut, gelek caran ji êrişên Hîzbûllahê rizgar bûbû û di bin çavan de rastî gelek îşkenceyên giran hatibû. Ji ber van îşkenceyan jî di serî de epîlepsî, bi gelek nexweşiyan ketibû. Kalo, ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihat tedawîkirin, di 16’ê çileya 2022’yan de jiyana xwe ji dest da.    Kalo, hêj di zarokatiya xwe de dest bi belavkirina rojnameyên Welat û Ozgur Gundemê kir. Heta dawiya emrê xwe jî dev ji têkoşîna xwe berneda. Kalo, dê sibe saet 14.00’an de bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) li ser gora xwe bê bibîranîn.