Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike 2023-01-16 12:17:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê da zanîn ku li ser sînorên Îran û Tirkiyeyê dest bi çêkirina bircên çavdêriyê û noqteyên kontrolê kirine.    Berdevkê Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî da zanîn ku dê li ser herêmên sînor noqteyên kontrolê ava bikin. Xefacî têkildarî mijarê bi Rojnews’ê re axivî û da zanîn ku li ser sînor dest bi çêkirina quleyên çavdêriyê û noqteyên kontrolê kirine.    Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Xefacî da zanîn ku li ser xala sifir a sînorên di navbera Iraq-Tirkiye û Iraq-Îranê de dest bi çêkirina xalên kontrolê û bircên çavdêriyê kirine û wiha got: “Armanca vê pêngavê ew e ku dawî li binpêkirinên welatên cîran li ser xaka me pêk tînin, bînin.”   Xefacî destnîşan kir ku li ser dosyeya sînor xebatan dikin û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ev mijar pir girîng e. Xebatên li ser kontrolkirina sînorên Iraqê li gel Îran û Tirkiyeyê berdewam in. Ev yek li ser fermana serokwezîr pêk hat û armanca ji vê hewldanê pêşîlêgirtina êriş û binpêkirinan e. Her wiha bi civîna hevbeş a di navbera Wezareta Navxweyî yê Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de, niha ji bo kontrolkirina sînorên Iraq-Tirkiyeyê, hemahengiyek li gel pêşmergeyan heye.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê Hêzên Parastina Sînor ê Iraqê Mihemed Ebdulwehab di daxuyaniya xwe ya di 22’yê kanûna 2022’yan de gotibû ku Hêzên Parastina Sînor dê li ser sînorên Tirkiye û Îranê, li Herêma Kurdistanê 200 xalên nû yên leşkerî ava bike û 3 hezar kesên din ji bo parastina sînor bigirin kar.