Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin 2023-01-16 13:19:07   WAN - Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel ji bo lêkolînkirina hestiyên li Geliyê Zîlanê derketin holê pêşnûmeyek dabû Serokatiya Meclisê. Lê belê pêşnûmeya Temel bi hinceta “Gotinên qebe û nexweş” nehat qebûlkirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Tayîp Temel ji bo lêkolînkirina hestiyên ku piştî vekişîna ava Bendava Koçkopru ya li Geliyê Zîlan derketin holê pêşnûmeyek da Meclisê. Serokatiya Qanûn û Biryaran a Meclisê bi hinceta “gotinên qebe û nexweş”, pêşnûmeya Temel qebûl nekir.    Di bersiva Serokatiya Qanûn û Biryaran a Meclisê de hat gotin ku gotina; “ji salên 1930’an ve demografya û avadaniya sosyo-ekonomîk a herêmê hate guherandin û ji salê 90’î ve jî ji ber qedexe û şertên şer, gelê herêmê xizan bûye. Ji warên xwe hatine derxistin û li derdorên nebaş ên bajaran mehkûmî şertên giran ên jiyanê hatin kirin.” gotineke “qebe û nexweş” e.