Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê 2023-01-16 14:06:41 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û armanc û plana dozê ew e ku HDP’e bê tasfiyekirin û xwest karûbarên derbarê dozê de bimînin piştî hilbijartinê.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar têkildarî geşedanên doza girtina li dijî partiya xwe li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da.    SERÎ LI AYM'Ê DANE   Sancar anî ziman ku wan têkildarî doza girtinê ya HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û wiha got: “Di dosyeya girtinê de rêgezên hiqûqî yên gerdûnî li ber çavan nehatine girtin. Ev rewş ne rewşeke ku bi qanûnê were ravekirinê. Ev beşek ji operasyoneke siyasî ye. Heke em pêvajoya beriya dozê bi bîr bînin, serokkomarê AKP’yî derbarê HDP’ê de daxuyaniyan dabû. Piştre hevkarê biçûk ê hikûmetê MHP li dijî partiya me dest bi kampanyayê kir. Daxuyaniyên tund ên ku gef û şantaj têde hebûn, ji bo vekirina dosyeya girtinê da. Di encama vê kampanyayê de doz di rojeke watedar de hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 17'ê adara 2021'an de îdianame radestî Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Yanî rojek beriya kongreya MHPê. Tevgerên bi vî rengî yên sembolîk piştre jî berdewam kirin. Ev doz xwedî karakterekî siyasî ye. Armanc û plana vê doza girtina HDP’ê ew e ku siyaseta demokratîk tasfiye bike ye.”   BIRYARA BLOKEYÊ    Sancar bal kişand ser blokekirina hesabê xezîneya alîkariya bo HDP’ê û got: “Ev biryar jî nîşanî me dide ku daraz bûye amûrê hesabên siyasetê. Ev biryar di her warî de li dijî hiqûqê ye û prensîbên bingehîn ên hiqûqê binpê dike. Blokekirina hesabê me yê xezîneyê pir eşkere dide nîşandan kut ê wateya înkarkirina Dadgeha Destûra Bingehîn û qanûnan.”    ‘DIVÊ KARÛBARÊN DOZÊ BIMÎNIN PIŞTÎ HILBIJARTINÊ’    Sancar daxuyaniya devkî ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ku di 10’ê çile de ji AYM’ê re kir bi bîr xist û wiha axivî: “Wê ji bo parastina me demek bo me bê veqetandin. Me di serlêdana îro de jî ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwest ku divê li ber çavan were girtin ku wê girtina partiya me xesarê bide pêvajoya hilbijartinê û hemû prensîbên têkildarî demokrasiyê werin binpêkirin. Me ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwest ku hemû karûbarên derbarê dozê de bihêle piştî hilbijartina 18’ê hezîrana 2023’yan. Divê ku AYM derbarê vê dozê de şixula xwe bide sekinandin. Îktidar ji bo ku pêvajoya hilbijartinê asteng bike, dixwaze doza girtina partiya me ji xwe re bikar bîne. Em jî dibêjin mesele li vir tenê ne HDP ye. Divê hemû partiyên tev li hilbijartinê bibin an jî yên nebin, lazim berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Îktidar dixwaze vê dozê li dijî HDP’ê wek şantajê bikar bîne. Tenê ne HDP divê hemû alî nerazîbûn nîşanî îktidarê bidin ku hilbijartinek adil û demokratîk pêk were. Helbet em ê li dijî şantaja ku îktidar dixwaze bikar bîne, her cure tedbîrên xwe bigirin û me girtiye jî.”    ‘EZMÛN Û HÊZA ME YA PÊNGAVÊ HEYE’    Sancar diyar kir ku wan li dijî operasyonên tevdîra siyasî girtine û azmûn û hêza wan a pêngavan bigirin heye. Sancar da zanîn ku ew tenê di vê pencereye de li vê meseleye binêrin jî têrê nake û ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê gelek girîng û dîrokî ye. Sancar got îktidar dixwaze ji bilî doza girtina partiya wan bi operasyonên cuda pêvajoyê bi aliyê xwe ve bikişîne û dîzayn bike û ew hemû bi hev re şahidiya ku îktidarê ji bo vê ketiye nava pêngavan dikin.    ‘DIVÊ LI GORÎ HIQÛQA GERDÛNÎ TEVGIERE’    Sancar destnîşan kir ku divê dadgeh biryara tedbîrê ya ji ser hesabê wê rake û hemû karûbarên dozê ji piştî hilbijartinê re bihêle û got: “Ez dîsa dubare dibêjim, ev doz doza şantaja li dijî HDP’ê ye. Dixwazin bi vê şantajê îpotekê deynin ser îradeya hilbijêran. Em hêvî dikin ku wê AYM daxwaza me bi biryarek erênî bibersivîne û li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî tevbigere û dozê taloq bike.”    BERSIVA PIRSA BO PARTIYA DEVAYÊ    Sancar li ser pirsa rojnamevanan ku gotin HDP, bi Partiya DEVA’yê re hevdîtina hilbijartinê dike jî got: “Me di her warî de tevdîrên xwe girtiye. Me di vê mijarê de amadekariyên xwe kirin. Ez niha nikarim hûrguliyên wê parve bikim. Gotinên têkildarî partiya DEVA’yê jî spekülasyon e. Ne di desteya me de hatiye axivîn û ne jî rayedarên partiya DEVA’yê bi mijarek wiha hatine rojevê.”    AMADEKARIYA NAMZETIYÊ DIDOME    Sancar bersiva pirsa têkildarî namzetiya Serokkomariya HDP’ê jî wiha got: “Xebat û pêvajoya diyarkirina namzetiyê li cem me berdewam dike. Desteyên partiya me hene. Belkî jî em yek ji partiya herî xweser a cîhanê ne jî. Em partiyek ji pêkhateyan pêk tên. Niha jî tifaqek me heye. Me koordinasyona hilbijartinê saz kir. Xebatên me yên li ser namzet û hilbijartinê didomin. Em bi hin derdorên demokrasiyê re îstîşareyan dikin. Em bi girseya xwe re di nava danûstandinê de ne. Ez nebawerim ev pêvajoy zêde berdewam bike. Lê belê ji bo ku xebat bigihîjin encamekê hê jî pêdivî bi demekê heye. Em tevî hemû zextan û dorpêçan jî xebatek xebatên me bi biryardarî didomin û xebatam e berfirehtir dibe. Ezmûnek me heye ku em ê hemû plan û hesabên îktidarê pûç bikin.” ”