Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin 2023-01-16 14:23:14   WAN - Girtiyê bi navê Metîn Uyar ku ev 40 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Espiyeyê di greva birçîbûnê de ye wiha bang kir: “Em dixwazin ku ÎHD, baro û kesên li dijî pergala îşkenceyê têdikoşin dengê me bibihîsin. Heke tecrîd bi dawî bibe dê îşkence jî xelas bibe.”   Girtiyê bi navê Metîn Uyar ku li Girtîgeha Tîpa T a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin, li dijî binpêkirinên li girtîgehê û zextên rêveberiyê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Uyar 40 roj li pey xwe hişt. Uyar, di danê sibehê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Uyar, got ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha got: “Dixwazin bi vê tecrîdê re rûmeta mirovahiyê, mirovatiyê, nasnameyê têxin bin lingan. Li Girtîgeha Espiyeyê hewldaneke faşîst heye. Li vê derê raste rast êrişî nasnameya me ya kurdatiyê dikin. Îşkenceyeke fîzîkî û psîkolojîk heye. Hevalên me nabin nexweşxaneyê û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Ev çendek roj in bi ser qawîşên me de digirin û hevalên me bi kelemçekirî dibin. Çendek hevalên me hatin derbkirin û rapor wergirt. Hinek hevalên me yên li vê derê li ber mirinê ne.”    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA   Bi domdarî Uyar bi lêv kir ku dema sewqî nexweşxaneyê tên kirin, lêgerîna nava dev li wan tê ferzkirin û wiha bi dawî kir: “Anku ji me re dibêjin an rûmetê yan jî tenduristiyê hilbijêrin. Heke em jiyana xwe ji dest bidin, heke me tevek bên kuştin jî em ê ji rûmeta xwe tawîz nedin. Ev rûmet nirxa me ye, têkoşîna me ye. Tiştên ku bi serê me tên anîn, têkiliya xwe bi tecrîdê re heye. Em nizanin bê ka piştî vê axaftinê dê çi bi serê me bê. Em ê li ber xwe bidin û tu carî paşve gav neavêjin. Divê malbatên me û hemû saziyên bi van karan re mijîl tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin. Em dixwazin ku ÎHD, baro û hemû kesên li dijî pergala îşkenceyê têdikoşin dengê me bibihîsin. Heke tecrîd bi dawî bibe dê îşkence jî xelas bibe.”