Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin 2023-01-16 14:41:39   WAN - Baroya Wanê li ser sînor bang li rejîma Îranê kir û jê xwest ku ji biryarên xwe yên darvekirinê vegerin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê bi mebesta protestokirina biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê, bi pêşengtiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê li ser sînor daxuyanî da. Daxuyanî li Deriyê Sînor ê Kapikoy ê navçeya Serayê hate dayîn û pankarta “Em bang li Komara Îslamî ya Îranê dikin ku tavilê dawî li înfazkirinên bêdaraz û cezayên darvekirinê bîne” hate vekirin. Daxuyanî ji hêla parêzer Jiyan Ozkaplan ve hate xwendin.    'BI HINCETÊN NERAST BIRYARÊN DARVEKIRINÊ DIDIN’    Ozkaplan, bi bîr xist ku çalakiyênli rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û wiha got: “Heta niha 4 parastvanên mafan hatine darvekirin. Herî kêm 26 kes bi cezayê darvekirinê tên darizandin û ji bo 11 kesan jî biryara darvekirinê hatiye dayîn.  Hincetên weke ‘dijminatiya li Xwedê, şerê li dijî dewletê û hwd.’ tên nîşandan. Piştî ku hincetên nerast ên ji ber xwe ve hatine çêkirin û bikaranîna rayeyan a bêsînor ji hêla hêzên rejîmê ve hatin ba hev, êdî çalakvan bi cezayê darvekirinê hatin darizandin. Ji bo di nava parastvanên mafan de tirs û xofê belav bikin, lez dan cezayên darvekirinê û êdî van cezayan înfaz dikin.”    'DEV JI SEPANÊN KEYFÎ BERDIN’   Di berdewamê de Ozkaplan da zanîn ku divê endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî xala “Rakirina destwerdanên li mafên jiyanê” ya Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya NY’yê tevbigerin û wiha bi dawî kir: “NY li hemberî van sepanên keyfî yên rejîma Îranê bêdeng dimîne. Ev bêdengî nayê qebûlkirin.  Banga me ji bo rêveberiya Îranê ye ku ji bo têkbirina raperîna gel bi awayeke hovane tevdigere û rêbaza cezayên darvekirinê bikartîne ev e; dev ji vê helwesta xwe ya faşîst berdin. Tavilê înfazkirina cezayê îdamê bidin sekinandin û biryarên darvekirinê betal bikin. Baneke me jî ji bo raya giştî ya navneteweyî ye; divê bê zanîn ku dewleta Îranê ji ber xwe ve li hiqûqê venagere. Lewma jî divê raya giştî ya navneteweyî zextê li dewleta Îranê bike û piştgiriyeke xurt bidin gelê li dijî faşîzma Îranê li ber xwe dide.”