Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-01-16 15:32:42 AMED - Yilmaz Yakût (Kalo) di salvegera yekemîn a wefata xwe de li ser gora xwe bi girseyî hat bibîranîn.    Ji “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa (Mûsa Anter), Yilmaz Yakût (Kalo) ku demekî dirêj belavkariya rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat kiribû di salvegera yekemîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya Amedê ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hat bibîranîn. Malbat, hevpîşeyên wî, rojnameger, Hevserokê PENa Kurd Ome Fîdan û endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) di bîranînê de amade bûn û wêneyên wî danîn ser gorê.    ‘GENARALÊ DESTPÊKÊ YÊ APÊ MÛSA BÛ’   Ji bo cangoriyên çapemeniya azad deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê rêveberê DFG’ê Hakki Boltan axivî. Boltan anî ziman ku Yilmaz genaralê Apê Mûsa ye yê destpêkê bû û wiha got: “Zilm û zextên desthilatdaran di bedan û jiyana Kalo de xwe dide nîşandan. Meriv tenê li jiyana wî binêre, meriv zilma faşîzmê jî dibîne. Xebatên Kalo di çapemeniye de jî mînak bûn. Ew mînak divê her tim bê bibîranîn û weke pirtûkeke çapemeniyê bê xwendin. Tu carî bi paş ve neavêt. Tu car berjewendiya xwe nekir pêşiya karê xwe. Her tiştê wî ji bo rastiya bigihîne gel bû. Heta dawiyê wezîfeya xwe ya genaraltiyê pêk anî. Em li ber kar û bîranînên wî bejna xwe ditewînin.”   ‘PIR ZOR Û ZEXT DÎTIN’   Piştrê jî dayika wî Mevlûde Yakût axivî. Dayik Yakût jî diyar kir ku Yilmaz bi jiyana xwe merivekî pir hêja bûye û got: “Ew pir cûda bû. Wî pir zor û zext dîtin. Lê ji bo ku ez neqeherim tiştek ji min re nedigot. Her tim digot, ‘Em ketine vê rêyê divê heta dawiyê em erka xwe bi cih bînin.’ Rojeke min jê re got çima tu nikarî rê vê biçî lê negot. Paşê em hîn bûn ku tundî lê hatiye kirin û lêdane. Jê re gotin ‘em ê te bikûjin’. Merivekî pir rast û dirûst bû. Digot bila hemû kes di rêya rast de biçe. Digot ez dimirim lê min nekarî doza xwe bibim serî.”    Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gorê û bîranîn bi dawî bû.