Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin 2023-01-17 09:09:55   ÊLIH - Berdana girtî Songul Bagatir ku 30 sal in girtiye û di Girtîgeha Kandira ya Tîpa T'yê de ye, ji ber ku "poşmanîtî" qebûl nekiriye 6 mehan hat taloqkirin.    Songul Bagatir ku di Girtîgeha Kandira ya Tîpa T'yê de ye, 30 sal cezayê lê hatiye birîn temam kiriye. Lê ji ber ku "poşamnîtiya" lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye berdana wê 6 mehan hatiye taloqkirin. Bagatir, diviyabû di 27'ê Kanûna 2022'yan de bihata berdan, lê ji ber pêkanînên kêfî yên Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Kandirayê nayê berdan.    Songul Bagatir, di sala 1993'yan de li Êlihê hatiye binçavkirin û paşê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatiye girtin. DGM'ê bi îdiayên "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê li Bagatirê biriye. Bagatir bi dorê di van girtîgehan de maye: Amed, Riha, Sêrt, Êlih, Şakran, Alanya, Şirnex, Wan, Erzirom, Xarpêt, Mêrsîn û Tarsûs.    Bavê wê Alî Bagatir diyar kir ku gava keça wê hatiye binçavkirin îşkence lê hatiye kirin û got: "Piştî îşkenceyê hat girtin. Paşê ew sirgûnî gelek girtîehan kirin. Em li bendê bûn ku keça min bê berdan, lê xeber şandin ku înfaza wê hatiye şewitandin. Meh haziriyên xwe jî kiribûn, lê ew bernedan. Sînorê îşkenceya wan tune ye. Îşkenceya derûnî jî li ya fîzîkî bar kirine. Ji bo vê serî li her rêyê didin. Ne tenê li me, li hemû girtiyan wiha dikin. Êdî bes e, bila dawî li vê îşkenceyê bê. Bila ev zilma li malbaan û girtiyan tê kirin bi dawî bibe."